Bi dîmen û wêne encama roja 4`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê

Nûçegihanên me yên qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dişopînin, ragihandin ku Hêzên Ewlekariyê, xendek û odeyên ji kevir, her wiha delîl li ser têkiliyên dewleta Tirk bi DAIŞ`ê re dîtine, ji lew re hêzê gelek nîşane û alên Tirkiyê di nav konekî de keşf kirin.

Bi dîmen û wêne encama roja 4`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi dîmen û wêne encama roja 4`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi dîmen û wêne encama roja 4`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi dîmen û wêne encama roja 4`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi dîmen û wêne encama roja 4`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi dîmen û wêne encama roja 4`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi dîmen û wêne encama roja 4`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi dîmen û wêne encama roja 4`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi dîmen û wêne encama roja 4`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
28 tebax, 2022   17:07
 HESEKÊ

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di 25`ê Tebaxê de li dijî şaneyên DAIŞ`ê yên di nav Kampa Holê de hate ragihandin, piştî ku êrişên xwe di nav kampê de zêde kirin.

Xebat û operasyonên lêgerînê di nav kampê de ev 4 roj in berdewam in. Îro di saetên sibê de, hêzê xendek û odeyên ji kavir hatine avakirin dîtin. Gelek konên mêjîşûştinê û belavkirina fikrên tundraw hatin rakirin. Ji ber nabe tu ode ji bilî konan di nav kampê de bên girtin.

Operasyon bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ) li dar dikeve. Hêzê piştî ku xebatên lêgerînê di beşa yekemîn de bi dawî kirin, derbasî beşa duyemîn a taybet a penaberên iraqî bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn xendek û odeyên keşf kirine ruxandin. Her wiha hêzên din ên tev li operasyonê bûne, gelek konên ku şaneyên DAIŞ`ê wek navendên perwerdeyê, mêjîşûştinê bi kar dianîn, rakirin.

Di heman çarçoveyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn cilûbergên girêdayî artêşa Tirk a dagirker di beşa duyemîn a kampê de dîtin. Ev li ser piştgirî û fînansekirina şaneyên DAIŞ`ê ji aliyê dewleta Tirk ve, delîl e.

(dm)

ANHA