Tevgera Azadî: Sûheyl Xurşîd bi destê xayînan şehîd bû

Tevgera Azadî li ser şehîdxistina endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Sûheyl Xurşîd daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Erkê dîtin û eşkerekirina kujerê mamosta Sûheyl Xurşîd di stûyê hikumeta Herêma Kurdistan, asayîş û saziyên ewlehiyê yên Germiyanê de ye. Divê di zûtirîn dem de kujer werin eşkerekirin û girtin.”

Tevgera Azadî: Sûheyl Xurşîd bi destê xayînan şehîd bû
28 tebax, 2022   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Sûheyl Xurşî ku weke Mamosta Şemal tê nasîn û di heman demê de nivîskar û dîroknas e, dema ji kar vedigeriya mala xwe ya li Kifrî, rastî êrişeke çekdarî hat û şehîd bû.

Der barê êrişa li ser Sûheyl Xurşîd de Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadî daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniya Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadî de wiha hat gotin;

“Endamê desteya rêveberiya niha û dîwana serokatiya kongreya ji beriya niha hevalê me yê hêja Sûheyl Xurşîd bi nasnav Mamosta Şemal li ber derê mala xwe ya li navçeya Kifrî hat şehîdxistin. Bê guman ev êriş û destdirêjiyên li ser tevgera me wê bê bersiv nemînin.

Mamosta Şemal ji bilî ku erk û berpirsyartiyên xwe yên siyasî wek endamekî fedekar û kedkar yê Tevgera Azadî bû, di heman demê de nivîskar, dîroknas, coxrafyanas û karmendê saziya çandiniyê ya Kifrî bû. Cihê xizmeta wî ya bê sinor li berçav e. Heval Xurşîd ti pirsgirêkek wî ya di warê jiyanî û civakî de nebû. Ev bûyera terorê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi hevkariya xayînên navxwe pêkhatiye.

Ev bûyera terorê û bûyerên din terorê wê yekê nîşan didin ku dijminên gelê Kurd û azadîxwazan bi awayek serbest kiryarên xwe yên terorîstî pêk tînin û jê derbaz dibin. Erkê dîtin û eşkerekirina kujerê Mamosta Şemal di stuyê hikumeta Herêma Kurdistan, asayîş û saziyên ewlehiyê yên Germiyanê de ye. Pêwîste demildest kujer werin eşkerekirin û girtin. Ji bo vê yekê jî emê hemû erkekî hevaltî, exlaqî û wijdanî bicih bînin.

Em bang li azadîxwazan, gelê welatparêz û aliyên demokratîk dikin xwedî li şehîdê xwe derkevin. Ger bi hev re li şehîdan xwedî dernekevin wê ev kiryarên terorîst her roj li ber derê azadîxwazek pêk were. Em soz didin xebatê berdewam bikin ji bo xewn, xeyal û armancên şehîdan. Em soz didin xwîna hevalê me wê baca wê giran be.”