Têkiliya DAIŞ û Tirkiyê: Li Kampa Holê cilên artêşa Tirk a dagirker hatin dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 4`emîn ji qonaxa duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" de, li beşê duyemîn ê Kampa Holê cilên girêdayî artêşa Tirk a dagirker dîtin.

Têkiliya DAIŞ û Tirkiyê: Li Kampa Holê cilên artêşa Tirk a dagirker hatin dîtin
28 tebax, 2022   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Belgeyeke nû ya têkiliya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê îsbat dike, derket holê. Îro Hêzên Ewlekariya Hundirîn li konekî beşê duyemîn ê Kampa Holê ya kantona Hesekê cilên girêdayî artêşa Tirk a dagirker dîtin.

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re, dewleta Tirk a dagirker piştgirî da komên çeteyan. Di sla 2014`an di êrişa çeteyên DAIŞ`ê li dijî bajarê Kobanê de, piştevaniya dagirkeriya Tirk bi çeteyan re eşkere bû.

Di 20`ê Çileyê de, çeteyên DAIŞ`ê êrişî Girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê kir, ku bi hezaran çete lê dihatin ragirtin. Hin çeteyên ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hatine girtin, li xwe mikur hatin ku wan êrişa li ser girtîgehê bi prspektîfên yekser ên dewleta tirk a dagirker pêk anîne.

Her wiha mikur hatin ku Kampa Holê ya ku bi hezaran malbatên DAIŞ`î lê ne, piştî berdana çeteyên li girtîgeha Xiwêran, armanca duyemîn a wan bû. Lê belê şervanên QSD`ê bi Operasyona "Gurzê Gelan" ku heta 26`ê Çileyê dewam kir, planên çeteyan pûç kirin.

(cx)

ANHA