Li Reqayê amadekariyên wergirtina pembo tên kirin

Hevserokê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandinî ya Reqa Ehmed El Elî têkildarî rakirina pembo got: "Me li Reqa û gundewarê wê navendên wergirtina pempo amade kirin û tîm li ser proseya wergirtin û depokirinê perwerde kir."

Li Reqayê amadekariyên wergirtina pembo tên kirin
28 tebax, 2022   06:34
REQA-EHMED ESAF

Bi rasthatina meha Îlonê re şêniyên Reqa û gundewarê wê dest bi rakirina pembo dikin.  Pembo li herêmê piştî genim berhemeke stratejîk e. Lê îsal ji ber rewşa seqayê û qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve ji sedî 10 rûbera çandina pembo kêm bû, lê salên berê ji sedî 35 bû.

Bi nêzîkbûna mewsima rakirina pembo re, Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandinî ya Reqayê amadekariya navendên wergirtina pembo dike û mehlecan peyda dike.

Têkildarî mijarê hevserokê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandinî ya li Reqa Ehmed El Elî ji ajansê re axivî û got: "Heta ji destê me were em ê li Reqayê pembo werbigirin û cihên wergirtinê jî navendên pembo yên berê yên li aliyê bakurê Reqayê ne."

Ehmed El Elî wiha axaftina xwe dewam kir: "Li navendê amadekariya peydakirina mehlec, depo û qapalan tê kirin, her wiha em li ser proseya wergirtin û depokirina hilberînê karmend, karker û çavdêran perwerde dikin da ku şaştî dernekevin."

El Elî anî ziman ku wan 60 hezar şel (kîs) ji bo bicihkirina pembo dabîn kirin û dê li cotkarên ku ruxsetên zeviyên xwe ji Komîteya Çandiniyê wergirtine  belav bikin.

El Elî destnîşan kir ku îsal li Reqayê rêjeya hilbirîna pembo ji ber kêmbûna ava Firatê kêm bû û wiha dewam kir: "Komîteya Çandiniyê û Şîrketa Pêşxistina Çandinî ya Reqa semad û sotemenî ji cotkarên pembo re dabîn kirin. Nivîsgeha parastinê jî hişyarî dan."

Ehmed El Elî wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Piştî civîna bi Komîteya Çandiniyê û Yekitiya Cotkaran a Reqayê re, me ji bo her kîloyek pembo 4 hezar û 100 lîreyê sûrî pêşniyar kir û ji bo donimekî jî derdora 275 kîlo bû. Ev miqdar jî hindik e. Ev pêşniyar wê ji aliyê Desteya Çandinî Avdanê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re were lêkolînkirin. Her wiha dê dema wergirtinê were diyarkirin."

(eh)

ANHA