'Leşkerên dagirker ên hewl dan bikevin tunelên şer ji gerîla derb xwarin'

Li gorî nûçeya ANF`ê, dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Çemço xwestin bikevin hundirê tunelên şer, derb ji gerîla xwarin. 2 çek hatin desteserkirin.

'Leşkerên dagirker ên hewl dan bikevin tunelên şer ji gerîla derb xwarin'
28 tebax, 2022   06:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Qada Berxwedanê ya Çemço, li leşkerên Tirk ên dagirker xistin ku hewl didan bikevin hundirê tunelên şer.

Hate ragihandin ku gerîla çûn ser cenazeyên dagirkeran û dest danîn ser 2 çekan.

Tê payîn ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di nava rojê de li ser mijarê daxuyaniyekê bide.