Şêniyên Qamişlo: Şerê gel ê şoreşgerî bingeha serkeftina têkoşînê ye

Şêniyên bajarê Qamişlo li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî welatî û zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek li dar xist. Şêniyan destnîşan kir ku Şerê gel ê şoreşgerî bingeha serkeftina têkoşînê ye.

Şêniyên Qamişlo: Şerê gel ê şoreşgerî bingeha serkeftina têkoşînê ye
Şêniyên Qamişlo: Şerê gel ê şoreşgerî bingeha serkeftina têkoşînê ye
Şêniyên Qamişlo: Şerê gel ê şoreşgerî bingeha serkeftina têkoşînê ye
Şêniyên Qamişlo: Şerê gel ê şoreşgerî bingeha serkeftina têkoşînê ye
Şêniyên Qamişlo: Şerê gel ê şoreşgerî bingeha serkeftina têkoşînê ye
Şêniyên Qamişlo: Şerê gel ê şoreşgerî bingeha serkeftina têkoşînê ye
Şêniyên Qamişlo: Şerê gel ê şoreşgerî bingeha serkeftina têkoşînê ye
27 tebax, 2022   13:40
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêniyên bajarê Qamişlo xwepêşandanek li dar xist û tê de teqez kirin ku heta dagirkerî ji axa Sûriyê dernekeve, berxwedan û têkoşîna wan li dar e. Zarokên şehîdan jî li navçeya Girkê Legê û Dêrikê yên kantona Qamişlo nerazîbûnên xwe li hember êrişan nîşan dan.

Şêniyên Qamişlo ji çerxeriya Rojhilat dest bi çalakiya xwe kir. Piştî di nav kolanên sereke yên bajêr re meşiyan, li çerxerêya Sonî çalakiya xwe rawestand. Li ber çerxeriyê miting dest pê kir. Di mitingê de endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ayid Îbrahîm axivî.

Îbrahîm bang li şêniyên herêmê kir ku li hember êrişan, berxwedanê mezin bikin, xwe birêxistin bikin û tenê bi vê yekê dikarin komployên qirkirinê yên li dijî gelên herêmê têk bibin.

Her wiha Ayid Îbrahîm daxuyand ku dewleta Tirk nekarî vîna gelên herêmê bişikîne ji ber wê berê xwe da ajan, sîxuran û şerê taybet û hewl da bi rêya çapemeniya xwe vîna gelên herêmê bişikîne.

Ayid Îbrahîm di dawiyê de got: “Tenê bi rêya pêkanîna rêgeza şerê gel ê şoreşgerî em dikarin têkoşîna xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bi ser bixin.”

GIRKÊ LEGÊ Û DÊRIK

Di heman çarçoveyê de, zarokên şehîdan li navçeyên Dêrik û Girkê Legê bi rêya lidarxistina çalakiyekê nerazîbûnên xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê nîşan dan.

Çalakî li pêşiya Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan ên li her du navçeyan li dar ket. Bi dehan zarok tev li çalakiyê bûn.

Di 18`ê Tebaxê de balafireke bê mirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker navendeke perwerdeyê ya taybet a keçan li gundê Şemokê yê li ser rêya Til Temir û Hesekê bombebaran kir ku ji aliyê NY`yê ve tê birêvebirin. Di encama wê êrişê de 4 keç şehîd bûn û 11 din jî birîndar bûn.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WtP-Clznz7E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>