li Kampa Hol ji ber şewitandina du konan ji aliyê şaneyên DAIŞ`ê ve zarokek birîndar bû

Şaneyên DAIŞ`ê saet di 03:00`an de serî sibê, agir berda du konan. Di encamê de zarokek bi giranî birîndar bû û ew birin nexweşxaneyên Hesekê.

li Kampa Hol ji ber şewitandina du konan ji aliyê şaneyên DAIŞ`ê ve zarokek birîndar bû
li Kampa Hol ji ber şewitandina du konan ji aliyê şaneyên DAIŞ`ê ve zarokek birîndar bû
li Kampa Hol ji ber şewitandina du konan ji aliyê şaneyên DAIŞ`ê ve zarokek birîndar bû
li Kampa Hol ji ber şewitandina du konan ji aliyê şaneyên DAIŞ`ê ve zarokek birîndar bû
li Kampa Hol ji ber şewitandina du konan ji aliyê şaneyên DAIŞ`ê ve zarokek birîndar bû
27 tebax, 2022   13:24
HESEKE

Ev sê roj in Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya Pêngava Mirov û Ewlehiyê de li Kampa Holê xebatên xwe didomînin.

Piştî bidawîkirina beşek ji xebatên lêgerînê di beşa yekemîn a kampê de, şaneyên DAIŞ`ê agir berda du konên koçberên li beşa yekê.

Tîmên agirkujiyê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bilez mudaxele kir û agirê di her du konan de vêketiye, vemirand. Di encama wê êrişê de zarokek birîndar bû. Lê Heyva Sor a Kurd ew rakir nexweşxaneyên Hesekê.

Li gorî dayîka zaroka birîndar, rewşa keça wê kirîtîk e û pêwîstiya wê bi niştegeriyê heye.

Der barê hûrguliyên êrişê de dayîka zaroka birîndar R.E. got: “Saet 3:00`ê piştî nîvê şevê bû. kesek derbasî konê bû û agir pêxist. Keça min Zeyneb (5) birîndar bû. Ew rakirin nexweşxaneyên Hesekê. Agir gihaşt konê cîrana me jî.”

R.E wiha domand: “Tu dijminatî di navbera me û tu kesî de tune ye. Bi zanabûn meta min li wir kuşt. Guneha zaroka min çi ye heta ku wisa birîndar bikin. Niha ew bi mirinê rû bi rû ye û pêwîstiya wê bi niştergeriyê heye lê em nikarin jê re çêkin ji ber pereyên me bi konê re şewitîn.”

Her wiha di êrişê de kone koçbera bi navê C.Z şewitî, têkildarî wê got: “Agir bi konê cîrana min ket. Piştre agir gihaşt konê me. Nizanim çawa kon şewitî. Tenê me zarok xilas kirin û wekî din me tiştek dernexist. Dema bûyer çêbû em di xew de bûn.”

Di qonaxa yekemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 28`ê Adara 2021`an de dest pê kiribû, bûyerên wisa rû didan. Şaneyên DAIŞ`ê niştecihên kampê li dijî pêngavê derdixistin da ku rê li pêşiya pêngavê bigirin.

(şx)

ANHA