Li başûrê Tebqayê sahrîcek mazotê teqiya di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da

Di encama teqîna sahrîceke sotemeniyê li stasyonekê başûrê Tebqayê de, kesek jiyana xwe ji dest da û yek din bi giranî birîndar bû.

Li başûrê Tebqayê sahrîcek mazotê teqiya di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da
27 tebax, 2022   13:49
TEBQA

Sahrîc li stasyona sotemeniyê ya Xelîfa li başûrê Tebqayê teqiya. Di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da û yek din birîndar bû ku ew birin Nexweşxaneya Watanî ya Tebqayê.

Foca Agirkujiyê yekser berê xwe da cihê bûyer û şewata ji ber teqînê rû daye, vemirand beriya ku bigihêje depoyên sotemeniyên yên din.

Li gorî nûçegihanê me şewat, ji ber kehrebeyê çê bûye dema sahrîc barê xwe di stasyonê de vala dikir.

ANHA