​​​​​​​Li kampa Holê bi keviran êrişî jinekê kirin

Jinên ku cilên reş li xwe kiribûn, li kampa Holê êrişî penabereke iraqî ya 62 salî, dema ku di dora xwe ya nûkirina sicîlan de sekinîbû, kir û ew birîndar kir.

​​​​​​​Li kampa Holê bi keviran êrişî jinekê kirin
27 tebax, 2022   12:19
HESEKÊ-EHMED SEMÎR

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 25´ê Tebaxê de bi piştgiriya Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) li hundirê kampa Holê, piştî çalakiyên şaneyên çeteyên DAIŞ´ê zêde bûn, dest bi qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyonên xwe li beşa yekemîn a kampê ya penaberên iraqî di roja duyemîn de didomîne.

Li gel operasyonên lêgerîn û paqijkirinê yên li kampê, penaber û koçber berê xwe didin navenda nûkirina sicîlên penaberan.

Li wir, hin jinên cilên reş li xwe kiribûn, tevlihevî çêkirin, bi wê re endamên jin ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn rêz bi rêxistin kir. Her wiha hin jinên cilên reş li xwe kiribûn, bi keviran êrişî penabereke iraqî ya 62 salî kir û serê wê birîn bû, piştre rakirin navenda Heyva Sor a Kurd.

Penabara iraqî got: "Endamên jin dora jinan bi rê xistin dikir û beş bi beş ew derbas dikirin. Lê wan jinên cilên reş li xwe kiribûn, tevlihevî çêdikirin. Endamên jin jî ew ji derî bi dûr xistin."

Penabera iraqî wiha domand: "Ew jin bi paş de neçûn û hewl da li endamên jin bidin, lê min pêş wan girt û min ji wan re got ev yek nabe, ew dora we bi rêxistin dikin. Wê demê wan bi keviran li min da. Ez ji serê xwe birîndar bûm. Piştre ez rakirim navenda Heyva Sor a Kurd.”

(fr)

ANHA