Malbatên DAIŞ`î yên li Kampa Holê êrişî hêzên ewlekariyê kirin-HATE NÛKIRIN

Nûçegihanên me ku gav bi gav Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" dişopînin ragihandin ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê beriya çend kêliyan êrişî endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên jin kirine û di encamê de 2 endam birîndar bûne.

Malbatên DAIŞ`î yên li Kampa Holê êrişî hêzên ewlekariyê kirin-HATE NÛKIRIN
27 tebax, 2022   12:29
HESEKÊ

Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" li Kampa Holê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ li Kampa Holê daye destpêkirin, di roja xwe ya sêyem de dewam dike. Malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên li kampê li dijî vê pengavê gelek astengiyan derdixin, lê rumxî wê jî hêzên pengavê bi baldarî nêzî wan dibin.

Nûçegihanên me ji Kampa Holê ya li başûrê kantona Hesekê ragihandin ku beriya çend kêliyan malbatên çeteyên DAIŞ`ê li cihê ku sicilên pênaberên beşa yekem ya kampê tên nûkirin, êrişî endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên jin kirine. Di encama êrişê de 2 endam birîndar bûn.

Navên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ên ji aliyê malbatên DAIŞ`î ve hatine birîndarkirin wiha ne: "Yara Şêxmûs û Şînda Ehmed."

Malbatên çeteyan ji roja destpêkirina pengavê û heya niha gelek astengiyan li hember hêzên beşdarî pengavê bûne derdixin. Di heman demê de êrişî penabeên kampê jî dikin.

Hewldanên astengkirina pengavê jî hatin têkbirin û pengav bi awayekî baldar didome.

(cb, es)

ANHA