Li çolistanê du leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li çolistanê bombe bi erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê d teqiya, du leşkerên wan hatin jiyana xwe ji dest da.

Li çolistanê du leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
27 tebax, 2022   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li zeviyê Zemle yê gazê yê di navbera bajarê Sixne û Reqa yê çolistanê de, bombe bi erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê ve teqiya, du leşkeran jiyana xwe ji dest da.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên hikumeta Şamê û komên Îranê li ziviyê bi cih bûbûn.

Li gorî SOHR`ê li çolistanê ji destpêka 2022`an ve hejmara kuştiyan gihaştiye 297`an. Ji wan; 136 çeteyên DAIŞ ên di encama êrişên hewayî yên Rûsyayê de yên li herêmên cuda yên çolistana Humis, Siweyda, Hema, Reqa, Dêrazor û Heleb de hatine kuştin. Her wiha 161 ji hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayî wê ne.

(eh)