Balafirên Etiyopyayê Tigray bombebaran kir

Balafirên Etiyopyayê paytexta herêma Tigray a bakurê Etiyopyayê Mikelê bombebaran kir.

Balafirên Etiyopyayê Tigray bombebaran kir
26 tebax, 2022   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî desthilatên li herêma bakurê Etiyopyayê û karên di aliyê mirovî yên AFP´ê de kar dikin, balafirên Etiyopyayê paytexta Tigrayê Mikele bomberan kirin.

Ajansa Ruetersê ku agahiyên xwe dispêre kanala Tigrayê da zanîn ku wê wêneyên avahiyên wêrankirî û birîndaran pêşkêş kirin.

Berdevkê eniya Tigrayê Kendia Gebrehiot got: "Balafirê bome berdan ser herêma niştecihan û baxçeya zarokan a li Mikele, di encamê de hem welatî hatin qetilkirin hem jî birîndar bûn."