Endamekî rêveber ê Nexweşxaneya Avrîn: Zuhêr Mihemed ji ber dorpêçê şehîd bû

Serokê Beşa Hemşîretiyê ya Nexweşxaneya Avrîn diyar kir ku birîndarê bi navê "Zuhêr Ebdurehman Mihemed" îro li nexweşxaneyeke Helebê şehîd bû û got: "Ji ber derfetên dermankirinê, yên bi sedema dorpêşa hikumeta Şamê li ser herêmê, me ew rakir Helebê, lê li nexweşxaneyeke Helebê şehîd bû."

Endamekî rêveber ê Nexweşxaneya Avrîn: Zuhêr Mihemed ji ber dorpêçê şehîd bû
26 tebax, 2022   12:40
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker 24`ê Tebaxê bi balafireke xwekuj êrişî navenda navçeya Til Rifetê kir, 3 welatî şehîd bûn û 6 kesên din birîndar bûn.

Li gorî kadroyên tibî yên li Nexweşxaneya Avrîn, birîndarê bi navê "Zuhêr Ebdurehman Mihemed ê 36 salî" li nexweşxaneyeke Helebê şehîd bû. Bi wê re hejmara şehîdan bû 4.

Têkildarî mijarê serokê beşa hemşîretiyê ya Nexweşxaneya Avrîn Mihemed Eslan ji ajansê re wiha axivî: "Li gorî derfetên xwe me birîndar derman kirin, lê birîna Zuhêr Ebdurehman Mihemed giran bû û li ser vê îro ew rakirin nexweşxaneyeke bajarê Helebê ku wêneyê sîngê wî bikişînin. Lê hat eşkerekirin rewşa wî ne baş bû û şehîd bû."

Eslan anî ziman ku Zuhêr ji ber kêmbûna dermanên li Nexweşxaneya Avrîn şehîd bû, ger alavên tibî hebûna ew ranedikirin nexweşxaneyên Helebê. Sedema nebûna derman û alavan jî ambargoya hikumeta Şamê li ser kantona Şehbyaê ferz kiriye.

Serokê beşa hemşîretiyê ya li Nexweşxaneya Avrîn Mihemed Eslan bang li aliyên peywendîdar û rêxistinên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin da ku derman û alavên tibî derbasî kantonê bibin.

(eh)

ANHA