Şêniyên herêma Cizîrê pesna qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê da

Welatiyên herêma Cizîrê pesna qonaxa duyemin a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê da ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kampa Holê dest pê kiriye. Di heman demê de tunebûna destekê ji aliyê hêzên navneteweyî ve der barê hewldanên tunekirina DAIŞ`ê de, şermezar kir.

Şêniyên herêma Cizîrê pesna qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê da
26 tebax, 2022   00:50
HESEKÊ – NOFE MIHEMED

Vê dawiyê bi zêdebûna êriş û gefên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê, bûyerên kuştinê û revandinê li Kampa Holê ya bi 45 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Hesekê ye rû didin. Ev kamp bi xetertirîn kampên li cîhanê tê binavkirin

Li gor daneyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û rêveberiya kampê, ji destpêka meha borî ve, şaneyên çeteyên DAIŞ’ê 43 êrişên terorîst pêk anîne, ku di encamê de 44 kes ji nav wan 14 jin û 2 zarok jiyana xwe ji dest dan û piraniya wan jî niştecihên kampê ne. Her wiha 13 hewldanên revandina niştecihan, 31 hewldanên revê û 14 hewldanên kuştinê pêk anîn.

Her wiha, di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ku di 25’ê Tebaxê de hat belavkirin, hat diyarkirin ku 23 bûyerên şewitandina konan di dema razana niştecihên wan de, telefkirina madeyên xêrxwaziyê, pêdiviyên saziyên tenduristî û xizmerguzariyê, rû dane. Ev bûyer, bi armanca derxistina tevliheviyê û û rakirina bendên ewlehiyê yên li dora kampê pêk tên.

Di êrişên çeteyên DAIŞ’ê de di nav kampê de, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û karmendên rêxistinan jî hatin hedefgirtin. Di 28’ê Adarê de şaneyeke DAIŞ’ê dewriyeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn hedef girt û di 14’ê Hezîranê de gef li karmendên ku karê ronîkirina kampê dikin, xwarin.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê me îro ji rêveberiya kampê bi dest xistine, di Kampa Holê de 55 hezar û 194 kes hene. Di nav de 18 hezar û 859 koçberên sûrî, 28 hezar û 438 penaberên iraqî û 7 hezar û 897 biyanî hene ku piraniya wan jin û zarok in. Niştecihên kampê li ser 9 beşan hatine dabeşkirin.

Di encama van bûyeran û tevgera şaneyên DAIŞ’ê de di Kampa Holê de, duh pêncşemê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD’ê destpêkirina Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampê ragihand.

Welatiyê bi navê Hanî Hemze wiha axivî: “Operasyona ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandiye erênî ye, lê ne bes e, divê hemû dewletên berpirs welatiyên xwe yên di kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de vegerînin ba xwe.”

Hemze destnîşan kir ku kampa Holê bombeyeke demkî ye dibe ku di her kêliyekê de biteqe û bang li civata navneteweyî kir ku dadgeheke navneteweyî ji bo cezakirina çeteyên DAIŞ’ê û bidawîkirina doza wan ava bikin.

Welatiyê bi navê Ridwan Seîd ê ji Dêrikê bi Hanî Hemze re di heman fikrî de bû ku Kampa Hol li ser herêmê bi giştî xetereke mezin e ji ber ku şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê û malbatên çeteyên DAIŞ`ê lê hene. Her wiha diyar kir ku ev yek dê bandor li ewlehiya heêrmê bike û li ser welatiyan gef e.

Ridwan Seîd bêdengî û durûtiya civata navneteweyî ya li hember doza DAIŞ’ê şermezar kir û bang li wan kir ku dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike ji bo wan çeteyan darizînin.

TEVGERÊN TIRKIYÊ Û DAIŞ HEVBEŞ IN

Welatiyê bi navê Şêxmûs Hesen ê ji Hesekê gefên dagirkeriya Tirk û tevgera şaneyên DAIŞ’ê bi hev ve girê dan û got: “Gefên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê derfet da şaneyên DAIŞ`ê ku li herêmê çalak bin.”

Hesen her wiha bang li civata navneteweyî û hêzên navneteweyî kir ku rê li pêşiya êrişên dagirkeriya Tirk bigire û got: “Hesabê ji Tirkiyê bixwaze ji ber sûcên ku pêk anîne û dê pê re xeteriya DAIŞ`ê bi dawî bibe.  Bidawîkirina vê xeterê ne tenê dikeve ser milê QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn.”

Her wiha welatiya bi navê Hediye Ehmed a ji bajarê Dêrikê bang li dewletên berpirs û garantor kir ku bêdeng nemînin û li hember vejîna DAIŞ’ê bisekinin.

(mh)

ANHA