​​​​​​​Li Derayê 5 beşdarên civîna ‘serokê şaxê ewlehiyê’ hatin kuştin

Dema ku kesên tev li civîna bi "serokê şaxê ewlehiya leşkerî" ya li herêma Miftere ya Derayê bûne vedigeriyan malên xwe, gule li wan hatin reşandin û 5 kes hatin kuştin.

​​​​​​​Li Derayê 5 beşdarên civîna ‘serokê şaxê ewlehiyê’ hatin kuştin
26 tebax, 2022   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Derayê tevî ku bi navbeynkariya Rûsyayê "lihevkirin" pêk hatiye jî, lê dîsa jî bûyerên kuştinê û gendeliyê hene.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), duh bi şev dema kesên tev li civînê bûn vedigeriyan malên xwe, li nêzî Benzînxaneya Yara ya li herêma Meftere ya li rojavayê Derayê tevî fermandarekî 5 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Li gorî SOHR`ê fermandar piştî peymana "lihevkirinê" endamê koma herêmî ya Tefes bû ku ji girîngtirîn kesên ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve tên xwestin. Ew ji wan aliyan e ku hebûna Îranê û Hizbullaha Lubnanê li Derayê red dikin. Her wiha fermandar di êrişeke berê ya li ser herêma Rey a Derayê de bi tawana kuştina efserekî îranî hatibû tawanbarkirin.

(eh)