​​​​​​​Dewleta Tirk bi siyaseta tîkirinê hewl dide milyon û nîvek kes qetil bike

​​​​​​​Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman diyar kir ku ji ber binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk ên li ser xetên kehrebe û ava yên stasyona Elokê, ji destpêka Tebaxê ve ava vê stasyonê nagihêje bajarê Hesekê û gundewarê wê.

​​​​​​​Dewleta Tirk bi siyaseta tîkirinê hewl dide milyon û nîvek kes qetil bike
26 tebax, 2022   01:49
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Ji dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Serêkaniyê dagir kir ve, şêniyên bajar û gundewarê Hesekê bi aloziya ava vexwarinê re rû bi rû ne, ji ber ku dagirker bi xetên av û kehrebeyê dilîzin.

Der bare vê yekê de, hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi xeta kehrebê ya ji stasyona Dirbêsiyê heta ya Elok dilîze û got: "Derdora 8 MG kehrebe ji Stasyona Elok re ye û ew jî 2 û nîv MG ji kehrebê dide, lê ji ber barên giran, terensê kehrebê yê li stasyonê xirab dibe."

Silêman wiha axaftina xwe dewam kir: "Binpêkirin li xeta avê ya bi dirêjahiya 30 km hene ku ji Stasyona Elok heta bajarê Til Temirê ev ye. Ev dever di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Her wiha ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve projeyên çandiniyê hene ku xeta ava Stasyona Elokê şikenadine û zeviyên xwe pê av didin."

Silêman da zanîn ku ji ber binpêkirinn mezin ên li ser xetên kehrebe û avê yên di Stasyona Elok de, ji destpêka Tebaxê ve av negihaştiye Stasyona Hime.

Stasyona Elok li rojhilatê bajarê Serêkaniyê yê dagikirî ye û avê dide zêdetirî milyon û nîvek niştecihên Hesekê û hejmareke mezin a koçberên li kampên Hol, Erîşe û Waşûkanî.

Xebat Silêman diyar kir ku ji destpêka ku dewleta Tirk a dagirker bajarê Serêkaniyê dagir kiriye û heta îro ev cara 28`an ku avê ji ser Hesekê û navçeyên wê qut dike, ev jî bandoreke neyinî li derdora milyon û nîvek niştecihên li Hesekê û kampan, navendên lê hene û navçeya Til Temir dike.

Silêman destnîşan kir ku qutkirina ava Stasyona Elok li ser Hesekê dê karesateke mirovî bi xwe re bîne, nemaze di Havînê de ku pileya germahiyê bilind e û jêderên alternatîf ên avê li bajarê Hesekê tune ne.

Meclisa Kantona Hesekê 22`ê Tebaxê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku qutkirina avê ji ser Hesekê û derdora wê, sûcekî dermirovî ye û got, sedem çi dibe bila bibe, naba ku av wek kaxezeke zextê were bikaranîn.

Neteweyên Yekbûyî di 10`ê Tîrmeha 2010`an de di civîneke xwe de, li ser biryara ku mafên mirovan ê ava wan hebe, erê kir lê ruxmî vê dagirkeriya Tirk avê wek kaxezeke zextê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne.

Silêman destnîşan kir ku Rûsya berpirsa qutkirina ava Stasyona Elok ji aliyê dewleta Tirk ve ye û wiha dewam kir: "Ji dema ku Serêkaniyê hatiye dagirkirin ve, Rûsya ya garantor garantî dane. Lê mixabitin heta roja me ya îro di pratîkê de tiştek nekiriye, berovajî wê jî binpêkirinên li ser xetên avê û kehrebê dewam dikin."

Silêman da zanîn ku divê Stasyona Elok ji şerê çekdarî were dûrxistin û wek kaxezeke zextê li dijî Rêveberiya Xweser û gelê wê yên li Hesekê û navçeyê wê, neyê bi karanîn.

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman di dawiyê de bang li rêxistinên navneteweyî û NY`yê kir ku destwerdanê bikin û ji bo pirsgirêka Stasyona Elok, çareseriyên guncaw bibînin.

 (eh)

ANHA