​​​​​​​Şêx û rûspiyên Tebqayê "Operasyona Sondê" silav kir

Şêx û rûspiyên eşîrên Tebqa operasyona QSD'ê ya li dijî sîxur û ajanan silav kir banga birîna cezayên giran li wan kir.

​​​​​​​Şêx û rûspiyên Tebqayê "Operasyona Sondê" silav kir
26 tebax, 2022   04:36
TEBQA-SELAM KÊRWAN

Dewleta Tirk a dagirker di siyasetên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, serî li ajan û sîxûran daye. Dewleta Tirk kesên lawaz wekî sîxûr ji bo pêkanîna armancên xwe yên têkbirina projeya neteweya demokratîk û derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de, bi kar tîne.

Di dawiya meha Tîrmehê de, QSD'ê li dijî sîxur û ajanên dewleta Tirk ''Operasyonê Sondê'' ragihand û gelek sîxur û ajan girtin. Operasyon hîna berdewam dike.

Têkildarî mijarê şêxê eşîra El Welde, Hamid El Eerec ji ajansê re axivî û got: "Îstîxbarata Tirk sîxur û ajanên veşartî li herêmên me ava dike da ku çalakiyên destpêkê yên ji bo pêkanîna êrişên leşkerî û siyasî pêk bînin. Her wiha wan sîxur û ajanan tev li artêş an jî pariyeke siyasî dikin da ku  sîxurtî, texrîb, wêrakirin, propagandeyên reş, sorkirin, lîstina bi hestan û dayîna agahî û kordînatan li ser deverên fermandar û kesayetên girîng pêk bînin."

Hamid El Ferec diyar kir ku QSD`ê navên sîxur û ajanên ku bi pereyan hatine kirîn û malbatên xwe firotin, eşkere kirin.

El Ferec operasyona QSD`ê ya li dijî xayîn û sîxuran silav kir û banga şopandina wan xayînên ku bi balafirên bêmirov zarok, bira û keç û fermandarên li vî welatî şehîd xistin, kir.

Şêx Hamid El Ferec di dawiyê de got "Em şêx û rûspiyên eşîrên li vê herêmê ji sîxur û xayînên ku xwe firotine dewleta faşîst a ku gelê xwe qetil bikin, dûr in. Em bang dikin ku li dijî wan cezayên giran werin birîn."

Şêxê eşîra Elbû Xemîs, Hisên Raşid got: "Gelo dibe mirov li hemberî gelê xwe sîxurtiyê bike? Hûn çi sûdê ji kesên ku we ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin, digirin? We ji bo pereyan gel û saziyên xwe firotin. Gunehê zarok, şêx û şervanên ku li ser sînor malbatên we li hundirê Sûriyê bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diparêzin, çi ye ku ji ber xiyaneta we şehîd bikevin."

Hisên Raşid piştgiriya eşîrên erebî ji QSD`ê re anî ziman û got: "Em ê madî û manewî piştgiriya hêzên xwe bikin û heta rizgarkirina Sûriyê ji terorê, em şopdarên rêya şehîdan bin."

Raşid da zanîn ku ew tev li biryarên QSD`ê yên hesabxwestina ji xayîn û sîxuran dibin, her wiha bang kir ku cezayên giran li wan werin birîn da ku ji yên din re bibin dersek.

Raşid wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji bîr nekin ku hûn sûrî ne û ev komplo di civîna sêalî de hate destnîşankirin ku hemû Sûriyan digire nav xwe ne tenê bakurê sûrî yan jî Kurd. Lewma dûrî xerabkirina welat bikevin û tev li avakirina wê bibin."

(eh)

ANHA