​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-8-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-8-2022`YAN
25 tebax, 2022   23:00

Pêngava duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kampa Holê dest pê kiriye, didome.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya konvedanê ya HPC û Kongra Star bi dirûşma Dadmendiya we li ku ye? didome saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo û koçberên Efrînê, bang li Rûsya kirin ku berpirsyarên xwe bîne cih, li hember hedefgirtina herêmê û êrişên li ser Til Rifetê ji aliyê dewleta Tirk ve, bêdeng nemîne. Her wiha destnîşan kirin ku bêdengiya Rûsya, hevkariya wê bi dagirkeriyê re îsbat dike.

2 sal li ser dorpêça ku hikumeta Şamê dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û kantona Şehbayê ferz kiriye, li gel dijwarbûna peydakirina madeyên binghîn û sotemeniyê, der bas bû. Hemwextî axaftina il ser nêzîkbûna di navbera Enqere û Şamê de, dorpêç girantir dibe û rê li pêşiya zêdetirî 200 hezar kesên ku li her du taxan dimînin girtiya. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê - Rojavayê Kurdistanê bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku di Operasyona "Sondê" de piştgiriyê bidin Hêzên Sûriya Demokratîk. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolînerê Amerîkî, Nicholas Heras, di wê baweriyê de ye ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji ber zextên mezin ên siyasî û aborî yên navxweyî, hewl dide têkiliyên xwe bi hikumeta Şamê û hikumetên cuda yên herêmê re vegerîne.(BI WÊNE)

Daxuyaniyên siyasetmedarên Tirk ên têkildarî lihevhatina bi hikumeta Şamê re derewên dewleta Tirk bi "Opozîsyonê" re eşkere dikin. Endama berê ya komîteya destûrî Dr. Semîra Mubeyid diyar kir ku divê gelê Sûriyê bi xwe siberoja dewletê xwe ava bike û xwe nespêre tu kesî.(BI WÊNE)

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman diyar kir ku ji ber binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk ên li ser xetên kehrebe û ava yên stasyona Elokê, ji destpêka Tebaxê ve ava vê stasyonê nagihêje bajarê Hesekê û gundewarê wê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo û koçberên Efrînê, bang li Rûsya kirin ku berpirsyarên xwe bîne cih, li hember hedefgirtina herêmê û êrişên li ser Til Rifetê ji aliyê dewleta Tirk ve, bêdeng nemîne. Her wiha destnîşan kirin ku bêdengiya Rûsya, hevkariya wê bi dagirkeriyê re îsbat dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêx û rûspiyên eşîrên Tebqa operasyona QSD'ê ya li dijî sîxur û ajanan silav kir banga birîna cezayên giran li wan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Îro dişbihe duh, mîna ku dîrok bûyeran bi rengekî cûda xwe dûbare dike. Guhertina demografîk yek ji pirsgirêkên herî girîng e ku di sedsala heyî de dûbare dibe. Heman bûyerên ku ji zêdetirî serdemekê ve li Sûriyê û Tirkiyê bi şêwazekî din dûbare dibin. (BI WÊNE)

Piştî hevdîtinên Tehran û Soçiyê yên şefê AKP'ê û dîktatorê sivîl ê Tirkiyê Erdogan her ku niyeta xwe ya têkildarî Sûriyê aşkera kir, devê wî jî şewitî. Hemû argumanên ku heta niha diparastin, serobin kirin û ketin pey têkiliyên nû ku ev jî rewşeke nû ye. Rastiya ku têkiliyên bi rêveberiya Sûriyê re bûne mecbûrî, nîşaneya têkçûna polîtîkayên dewleta Tirk ên li Sûriyê ye. Heke serkeftineke leşkerî hebûya û polîtîkayeke ku feydeyên demdirêj bidana Tirkiyê, tu carî hewcedarî bi diyaloga bi rejîma Esed re nedidît. Dema ku armanca wan pêk nehat, çep û çiv dane xwe û gotin 'armanca me ya li Sûriyê ne herêm e, lê yekbûna Sûriyê ye'. (BI WÊNE)

ANHA