Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Baran Devrim oxir kir

Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Baran Devrim li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kir.

Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Baran Devrim oxir kir
Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Baran Devrim oxir kir
Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Baran Devrim oxir kir
Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Baran Devrim oxir kir
Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Baran Devrim oxir kir
Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Baran Devrim oxir kir
Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Baran Devrim oxir kir
25 tebax, 2022   20:19
QAMIŞLO

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ehmed Omer Hero (Baran Devrim) di 23`yê Tebaxê de şehîd bû.

/ar/uploads/files/2022/08/25/183035_mhy-aldyn-hsn.webp

Di merasîma oxirkirinê de ku li Goristana Şehîd Delîl Saroxan de li dar ketiye, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Miheydîn Hesen axivî û sersaxî da malbata şehîd û got: “Ji destpêka şoreşê û vir ve, gelek têkoşer mîna Baran banga mirovahiyê bersivandin û ji bo rûmetê canê xwe feda kir.”

/ar/uploads/files/2022/08/25/182938_aayd-ibrahym-.webp

Endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ayd Îbrahîm destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi êrişên dewleta Tirk a dagirker rû bi rû maye û planên kirêt li dijî wî tên kirin da ku destkeftiyên şoreşê têk bibin.

Îbrahîm wiha domand: “Rûsya, Îran ûş Tirkiyê dîsa li ser siyaseta qirkirina gelê Kurd li hev kir. Lê gelên herêmê ne mîna berê ne. Em xwedî doz in. Xwedî proje ne. Bi giyanê şerê gel ê şoreşgerî dê serkeftinê pêk bînin.”

/ar/uploads/files/2022/08/25/183059_qsd.webp

Paşê bi navê QSD`ê Mihemed Zêdan axivî û hemû şehîdên Pêngava 15`ê Tebaxa 1984`an bi bîr anîn û got: “Bi saya şehîdên vê pêngavê, gelên Rojhilata Navîn jiyaneke bi rûmet û azad dijî. Berxwedana 15`ê Tebaxê sedema sereke ya destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye ku fikir û felsefeya rêber Ocalan ji xwe re kir bingeh.”

Zêdan destnîşan kir ku destwerdaneke ideolojî, fikrî û leşkerî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî herêmê pêk tê. Lê li hember wê siyaseta kirêt, fikr û felsefeya rêber Ocalan bû bend. Belavbûna vî fikrî jî bi saya şehîdên Pêngava 15`ê Tebaxê ye.

Piştî bidawîbûna axaftinan, wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Piştre cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan de hat veşartin.

(dm)

ANHA