Koçberên Efrînê: Bêdengiya Rûsya îsbat dike ku ew bi dewleta Tirk re hevkar e

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo û koçberên Efrînê, bang li Rûsya kirin ku berpirsyarên xwe bîne cih, li hember hedefgirtina herêmê û êrişên li ser Til Rifetê ji aliyê dewleta Tirk ve, bêdeng nemîne. Her wiha destnîşan kirin ku bêdengiya Rûsya, hevkariya wê bi dagirkeriyê re îsbat dike.

Koçberên Efrînê: Bêdengiya Rûsya îsbat dike ku ew bi dewleta Tirk re hevkar e
26 tebax, 2022   06:35
ŞEHBA

Koçberên kantona Efrînê ya dagirkirî yên li navçeya Til Rifetê dimînin, destnîşan kirin ku ruxmî êrişan lê dê li ber xwe bidin da ku vegerin warên xwe.

Têkildarî mijarê, berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo got: Balafireke xwekuj a dewleta Tirk a dagirker navçeya Til Rifet a tijî şênî kir hedef. Tê de zêdetirî 20 hezar welatî dimînin. Di encamê de 3 welatî şehîd bûn û gelek kesên din jî birîndar bûn û birîna gelek ji wan giran e ji ber wê, niha di nexweşxaneyan de tên dermankirin. Her wiha zirarên madî jî gihaştin milkên welatiyan.

Şêxo bang li rêxistinan û aliyên navneteweyî, hêza garantor a Rûsya ku heta kêliya topbaranê l navçeyê bû, kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih, rê li pêşiya sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bigirin, bi rola xwe ya exlaqî û mirovî rabin.

Koçberê bi navê Omer Mihemed pirsa sedema bêdengiya Rûsya li hember êrişan kir û got: Bi çi mafî dewleta Tirk destûrê dida xwe ku herêmên tijî şênî topbaran bike? Çima Rûsya li hember êrişan bêdeng dimîne? Çima destûrê dide hedefgirtina welatiya? Bêdegniya Rûsya tê wateya hevkariya wê bi dagirkeriyê re.

Koçberê bi navê Welîd Hiso jî got: Ji dema em koçberî Til Rifetê bûne, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane êrişî herêmê dike, komkujiyan li dijî zarokan û sivîlan pêk tîne. Ez şahidê, hedefgirtina balafira xwekuj a li ser navçeyê bûm.

Hiso wiha domand: Rûsya dibîne lê bêdeng e. Ka ewlehiya ku qaşo ji me re dabîn de bi hiceta ku hêzeke garantor e. Rûsya li ser vê esasê hat cihê hedefgirtinê lê tiştek nekir.

Her wiha Hiso diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn şêniyan topbaran dike. Ev yek di hedefgirtina sûkê û rêya sereke li Til Rifetê de diyar bû. Hemû dizanin ku parçe tijî şênî ye. Ew dixwaze me bide koçberkirin.

Koçberan bi navê Sîlvana Hesen ev êriş û hemû kesên destê wan tê de hene, şermezar kirin û bang li rêxistinên mirovî kir û got: Divê rêxistinên mafên mirovan ji bêdengiya xwe derkevin. Dagirkeriya Tirk bi taybet welatiyan dikin hedef. Ev kiryar der mirovî ne. Hemû bêdeng in. Gelo rêxistinên mafên mirovan ji van sûcan û êrişan li ku ne?

Sîlvana Hesen wiha pê de çû: Em ê li hember êrişan li ber xwe bidin û em ê hemû axa dagirkirî rizgar bikin û dê serkeftî vegerin Efrînê.

Koçberê bi navê Mihemed Hisên jî, îşaret bi armanca siyasetên li dijî herêmê kir û got: Armanca yekane ya van êrişan, koçbekririna şêniyên Efrînê ye. Di wê rojê de hemû li ser karê xwe bûn. zava hazirtiya dawata xwe dikir, lê ji nişkê ve, êriş pêk hat û 4 welatî di nav de zava şehîd bû. Li aliyekî din hikumeta Şamê herêm doprêç kiriye. Armanca hemû van siyasetan, valakirina herêmê û koçberkirina şêniyên wê ye.

(dm)

ANHA