Li Sûriyê pêvajoya kêş û vekêşê- Rauf KARAKOÇAN

Li Sûriyê pêvajoya kêş û vekêşê- Rauf KARAKOÇAN
25 tebax, 2022   23:37

Piştî hevdîtinên Tehran û Soçiyê yên şefê AKP'ê û dîktatorê sivîl ê Tirkiyê Erdogan her ku niyeta xwe ya têkildarî Sûriyê aşkera kir, devê wî jî şewitî. Hemû argumanên ku heta niha diparastin, serobin kirin û ketin pey têkiliyên nû ku ev jî rewşeke nû ye. Rastiya ku têkiliyên bi rêveberiya Sûriyê re bûne mecbûrî, nîşaneya têkçûna polîtîkayên dewleta Tirk ên li Sûriyê ye. Heke serkeftineke leşkerî hebûya û polîtîkayeke ku feydeyên demdirêj bidana Tirkiyê, tu carî hewcedarî bi diyaloga bi rejîma Esed re nedidît. Dema ku armanca wan pêk nehat, çep û çiv dane xwe û gotin 'armanca me ya li Sûriyê ne herêm e, lê yekbûna Sûriyê ye'.

Em hema vê yekê wek niyeteke baş fehm bikin ku ew dixwazin diyalogeke nû di çarçoveya têkiliyên cîrantiyê de bi Sûriyê re çêke. Lê belê, li gorî rewşa li ser erdê, tiştên ku tên xwestin pêk nayên. Çavê wan li Sûriyê nîn e (!), lê belê qadeke fireh dagir kirine û bi xaka xwe ve girê dane. Saziyên dewleta Tirk ava dikin, bi tirkî perwerdeyê didin û lîreyê Tirkiyê bi kar tînin. Ji bo wan jî ne samîmî ye ku li Sûriyê tişta ku nekarîn li Tirkiyê bi dest bixin bikin. Welhasil, bi gelek derewan, bi zimanekî elastîk, bi dek û dolabên xwe, hema dê xwe wek qasidên aştî, aramî û demokrasiyê nîşan bidin. 

Çer ku dibêjin diyalog, bombe jî diteqin. Di êrişên Tirkiyê de leşkerên Sûriyê dimirin, Rûsya li Idlibê dixe. Dixwazin bi bombeyan xwe bigihêjin qonaxan. Dema ku behsa başkirina têkiliyan dikin, hêviyên wan dişikên. Tê payîn ku têkiliyên di navbera Erdogan û birayê wî Esed tevî zar û zêçên wan dîsa gelekî xweştir bin heta ku ji yên berê jî baştir bin. Xwedê wan dûrî çavnebaran bike! Şefê AKP'ê heqaret nema ku li Esed neke û niha jî dibêje ku ew ê têkiliyeke ji berê xurttir çêke. Ma jixwe dewlet ji hev naxeyidin.

Dema ku nêzîkatî li gorî cidiyeta mijarê be jî, pozîsyona heyî ya ku dewleta Tirk li Sûriyê dagir kiriye, bingeha ji bo diyaloga bi Esed re pêşkêş nake. Di civîna Şangayê de heke bi navbeynkariya Rûsan werin cem hev jî ew ê bêtir wek peyamekê ku Pûtîn bide derve bimîne. Ji ber ku Sûriyeya niha ku Erdogan qala wê dike, hebûna wî ya li wir berevajî ye. Qala tevlêkirina komên çete yên îslamîst li nava rêveberiya Esed dike. Şef Erdogan çi dibêje bila bibêje, rayedarên din ên AKP'ê li devê wî dinihêrin û li dû hev mîna ku gotinên wan ji heman devî derketine, li dû hev rêz dibin. Ne tenê derdora wî, CHP û yên din jî îhtimal e ku bi têkiliyên bi Sûriyê re kêfxweş bibin. Jixwe Meral Akşener (seroka partiyeke nîjadperest a opozîsyonê) beriya niha gotibû ku heke dewlet peywirdar bike ew dixwaze biçe Şamê.

Rûsya û Îran ku piştgirên rejîma Esed in, ji niha ve planek danîne ber Erdogan. Li Soçiyê hinekî din temam kirin û radestî Erdogan kirin. Qerçî Esed û Erdogan di rewşeke wisa de tînin cem hev ku naxwazin û pê nikarin. Kurdan hesabên Erdogan ên li Sûriyê pûç kirin. Ji ber vê jî êrişan bi ser Kurdan de tîne. Digot dê Kurdan li dijî Esed bide şerkirin û bike pariyê belaş. Lê belê Kurdan kir ku gelek berdêlan bide. Êşa tiştên ku bi serê Kurdan de anîne, dê piştre baştir were dîtin. Di hilbijartinên pêş de dê buhayê dijminatiya li hember Kurdan hebe. Li Sûriye, Iraqê, di têkiliyên li gel DYA û Rûsyayê de pirsgirêka Kurd dê her tim jê re bela be.

Armancên sereke yên Rûsya û DYA'yê guherîn. Li rojhilatê Pasîfîkê Çîn, Koreya Bakur tetbîqatên leşkerî yên berfireh dikin, DYA û Taywan jî tetbîqatên xwe yên bersivdayînê yên herî berfireh dikin. Li Deryaya Spî jî biryarên hevpar ên tatbîqatê yên 5 welatan hene. Ji bo diyarkirina cîhana siberojê, rewşa amadehiyê xuya dike. Ev dewletên global dê nexwazin Sûriyeyekê li dû bihêlin ku wan mijûl bike. Ji ber vê yekê, her çi qas nexwazin jî dê bi awayekî Esed û Erdogan bînin cem hev. Ev pêvajo bê guman dê ne pêvajoyeke xweşbîn be. Berovajî vê, kêş û vekêşên (med-cezîr) vê pêvajoyeke zêde ne. Divê neyê gotin ku dewleta Tirk dev ji operasyonên leşkerî berdaye. Hedefa diyaloga bi Esed re dîsa Kurd in.

Ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan, Tirkiye di her du destên xwe de jî çovên qirêjî digire. Çi dike bila bike, dê ew qirêj pê ve bimîne. Çareseriya herî maqûl ew e ku dev ji dijminatiyê berde. Em ê di mijara Sûriyê de hê gelek nakokiyan bibînin. Her çi qas Lihevkirina Edeneyê wek çarçoveyek ji bo hevdîtina Erdogan-Esed were pêşkêşkirin jî, îhtîmala ku ev pêk were jî bi guman e. Lihevkirina Edeneyê mîna kirasekî ye ku di dema Hafiz Esed de neçar ma ku li Sûriyê bike. Piştî ku serok Apo ji Sûriyê derket bi deh rojan, hate îmzekirin. Ev peyman çêkir da ku gefên li ser Sûriyê bi dawî bike.

Li şûna gotinan, dê pratîkên li qadê diyarker bin. Heta ku xefikên ji bo Kurdan hatine danîn hebin, pêvajoyên li Sûriyê hê dest pê nekirî, dê bi dawî bibin.

ANHA