Salih Muslim: Têkoşîna me Tirkiyê neçar kir li ber hikumeta Şamê bigere

Salih Muslim da zanîn ku têkoşîna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewleta Tirk a dagirker neçar kir ku tawîzan bide hikumeta Şamê û li ber wê bigere. Muslim got: "Erdogan di civîna Soçiyê de teslîmî Pûtîn bû."

Salih Muslim: Têkoşîna me Tirkiyê neçar kir li ber hikumeta Şamê bigere
25 tebax, 2022   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim eşkere kir ku civîna Soçiyê ya di navbera Pûtîn û Erdogan di 5´ê Tebaxê de li dar ketiye cuda bû. Muslim her wiha behsa rêzecivînên ku vê dawiyê di navbera hêzên hegemonîk de pêk hatine, kir.

Muslim ku duh êvarê beşdarî bernameya “RAVE” ya kenala Rojava TV bû, behsa êrişên dewleta Tirk ên dijwar li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, bi taybet piştî civînên Soçî û Tehranê û wiha got: "Niha Ewropa bi Rûsyayê re li Ukraynayê di nava şer de ye, ev mijar girêdayî Ewropa ye. Lê tiştê ji bo me girîng ew e ku hebûna dewleta Tirk di NATO`yê de û asta sûdgirtina wê ji vê hebûnê ye. Dewleta Tirk ji dema ku hatî damezrandin ve şerê Kurdan dike û bi tevlêbûna li NATO´yê bi çekên wê şer dike. Em bi hêvî bûn ku NATO sînorekê ji vê yekê re deyne. Lê bi rêya civîna Madrîdê, dewleta Tirk ku li ser gelek werîsan dilîze nehat sekinandin."

Muslim her wiha têkildarî civîna Tehranê ku di navbera aliyên Astana; Tirkiyê, Rûsya û Îranê de hatiye lidarxistin de ev nirxandin kir: "Di civînê de tu aliyekî sûrî ne jî kurdî amade nebû. Civîn ji bo berjewendiyên wan dewletan bûn. Niha jî tevliheviyek di berjewendiyên wan dewletan de heye, her kes li gorî xwe tev digere û ji civînê tiştekî hevbeş derneket. Ji wê zêdetir jî dewleta Tirk nikarî plana xwe pêk bianiya."

SÊALIYÊN ASTANAYÊ DESTÛRA QETILKIRINA KURDAN DA DEWLETA TIRK

Salih Muslim bal kişand ser plana dewleta Tirk a êrişa bejahî ya nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ev tişt got: "Plana dewleta Tirk dagirkirina Minbic, Til Rifet û Minixê, tesfiyekirina Kurdên li wan herêman e, bi taybet ên koçberî herêmên Şehbayê bûne û berxwedaneke mezin ji bo vegera li herêma xwe Efrîna dagirkirî raber dikin. Dê piştre plana xwe li dijî Efrînê bi awayekî giştî bimeşîne."

Li ser sedemên erênekirina Rûsya û Îranê li ser destpêkirina êrişan li dijî herêmên Minbic û Şehbayê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, Muslim ev tişt anîn ziman: "Erênekirina êrişa dewleta Tirk, ne ji aliyê exlaqî ve ye, yan jî ji bo berjewendiyên Kurdan e. Ya rast, ji ber êrişa dewleta Tirk dê bandorê li berjewendiyên Îranê li wan herêman bike, ji ber ku gelek gundên şîe hene û bandorê li berjewendiyên rejîma Sûriyê ya bi Rûsyayê ve girêdayî dike. Dê bi êrişê re Heleb were dorpêçkirin."

Salih Muslim li ser sêaliyên Astana ku rê da dewleta Tirk Kurdan bi rêya balafirên bêmirov ên biçek, top û hawanan qetil bike, ev tişt gotin: "Dewleta Tirk baş dizane ku gelê herêmê xwe bi rêxistin kiriye û dizane çi êrişeke bejahî li dijî herêmê bêyî qada hewayî li pêş wê vekirîbe, dê têk biçe. Ji lew re, bêyî erêkirina vekirina qada hewayî li pêş balafirên wê yên şer, cesaret nake êriş bike."

´ERDOGAN BI AGAHIYA NATO Û AMERÎKAYÊ TESLÎMÎ PÛTÎN BÛ´

Hevserokê PYD`ê Salih Muslim di nirxandinên xwe de qala civîna Soçiyê ya di navbera Pûtîn û Erdogan di 5´ê Tebaxê de jî kir ku cuda bû û ev tişt got: "Civîn bi Pûtînê tenê re bû û 4 saetan dewam kir. Di civînê de Erdogan teslîmî Pûtîn bû. Ji niha û şûnde Erdogan dê nikaribe li ser du werîsan (Rûsya - NATO) bilîze."

Muslim da zanîn ku tiştê Erdogan di civîna Soçiyê de kiriye bi agahiya NATO û Amerîkayê bû û wiha domand: "NATO û Amerîka rê da Erdogan heta gaveke diyar vê yekê bike. Dewleta Tirk jî hewl dide vê yekê berfireh bike. Lê ger ev yek derbas kir, dê NATO ji dewleta Tirk re bibêje; bisekine."

Muslim amaje bi hilbijartinên Tirkiyê yên 2023´yan jî kir û diyar kir ku dê hilbijartin li dar bikevin, pêdiviya NATO´yê jî bi dewleta Tirk heye, lê karta AKP´ê ji 2015´an ve şewitiye û NATO jî nikarî altarnatîfa wê bidîta.

Salih Muslim da zanîn ku Erdogan ji her tiştê li derdora wî diqewime, ditirse û wiha lê zêde kir: "Di mal û qesra xwe de bi kêf ranazê û tedbîrên xwe yên mezin ji parastina xwe digire. Ji ber dizane çi bi serê desthilatên Tirkiyê yên berê de hat. Mîna Turgut Ozal û Bulent Ecavît ên ku bi destê Galdio û rêxistinbûna leşkerî hatine kuştin. Pergala S-400 jî, di rastiyê de ji bo Erdogan û qesra wî bû, ne ji bo parastina dewleta Tirk bû."

Salim Muslim bal kişand ser axaftina li ser nûjekirina Peymana Edeneyê û wiha got: "Tawîza ku rejîma Sûriyê daye dewleta Tirk, di navbera 2000 û 2010´an de, anku dema AKP´ê hatiye ser desthilatê. Di dema îmzekirina Peymana Edeneyê de berê çek ber bi rejîmê ve bû. Di wê demê de rejîma Sûriyê azarên lawazî û zextên mezin dikişandin, tu kesî destek nedidayê. Ev yek di civîna Soçiyê de derket, anku Pûtîn ji Erdogan re got bi Esed re diyalogan bike. Rûsya destekê dide Esed."

Muslim diyar kir ku tiştê niha ji hikumeta Şamê tê xwestin lihevkirina Edeneyê red bike û ev tişt anî ziman: "Em bang li Şamê dikin rêzê ji gelan re bigire. Siyasetên wê li hember gelê Sûriyê çewt in. Gelê Sûriyê yê bi nûnertiya QSD´ê şerê DAIŞ´ê kir û niha jî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker disikine."

Hevserokê PYD´ê Salih Muslim wiha dawî li nirxandina xwe anî: "Ne pêkan e ku rejîma Sûriyê û dewleta Tirk bigihînin tu lihevkirinan. Heta niha nîv milyon sûrî hatine qetilkirin, sedem kî ye? Sedem dewleta Tirk e. Heta niha bi hezaran çete li herêmên dagirkirî hene û sûriyan qetil dikin. Lihevkirina yekane ya ku divê her du rejîmê pêk bînin, her tiştê min bi bîr xistine, li paş xwe bihêlin û şerê Kurdan bikin. Dewleta Tirk vê yekê dixwaze. Ger Sûriyê li ser wê yekê erê kir, wê demê tiliya xwe dixe çavên xwe. Yê ku dewleta Tirk gihandiye vê rewşê, neçar kiriye dewleta Tirk tawîzan bide û li ber hikumeta Şamê bigere têkoşîna me ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

(fr)

ANHA