Jinan êrişên dagirkeriya Tirk û hedefgirtina navenda perwerdekirina zarokên keç şermezar kir

Meclisa Jinan a Rêveberiya Dibistanan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemhengiya Kongreya Star, têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di encamê de zarok û di encamê wan êrişan de şehîd dibin, daxuyaniyek da.

 Jinan êrişên dagirkeriya Tirk û hedefgirtina navenda perwerdekirina zarokên keç şermezar kir
25 tebax, 2022   10:26
QAMIŞLO

Daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hat dayîn, daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê mamoste Semer Hisên û bi zimanê Erebî ji aliyê Nadîn Mehmûd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di demên dawîn de dewleta Tirk a dagirker bi sûcên xwe; pîvan û nirxên mirovahiyê, yasa û mafên gelan binpê dike û hemû zagon, misogername û belgenameyên Neteweyên Yekbûyî (NY) paşguh dike. Ev hemû kiryarên ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne mîras û reftarên Împratoriya Osmanî ya ku bi rêya wê gelek komkujî bi serê gelên herêmê yên resen mîna; Kurd, Ereb, Ermem, Aşûr û Suryan de pêk anî.

Daxuyanî wiha dom kir: "Dewleta Tirk îro jî heman kiryaran bi serê gelên me de pêk tîne, ji aliyên çandî, civakî, aborî û siyasî ve. Zarokên dibistanên me armanc digire û wan dikin qurbaniyên hişmendiya xwe ya qirêj."

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Em jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kiriyarên hovane yên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin, bi taybet jî sûncên hovane yên herî dawî li dijî jinên têkoşer û siyasetmedar; ew jinên ku ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve nûnertî û misogerkirina vîna jin û civakê kirine."

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em bi navê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Rûsya û Amerîka yên ku hevpeymana agirbestê bi dewleta Tirk re di 2019`an de îmze kiribûn, dikin ku rê li ber dewleta Tirk bigirin û li hemberî biryara xwe rêzdar bin."

Her wiha di daxuyaniyê de bang li NY´yê û civata navdewletî hat kirin ku berpirsyariyên xwe pêk bînin, dagirkirin û destwerdanên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatî Sûriyê bi dawî bikin.

Em jin sersaxiyê ji xwe û malbatên şehîdên ku bûn qurbaniyên belafirên keşfê dixwezin û soz didin ku em ê li ser şop û xeta şehîdan bin, ji ber ku ew rêberên tekoşîna me ne."

(dg)

ANHA