HRE`yê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

HRE`yê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Hemze Birîm (Botan Birîm) 24`ê Tebaxê gihîştiye asta şehadetê. HRE`yê sersaxî da malbata hevrêyê xwe yê şehîd û soza têkoşîna li dijî dagirkeran heta rizgarkirina herêmên dagirkirî, nû kir.

HRE`yê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
25 tebax, 2022   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyeke nivîskî da, tê de nasnameya şervanekî xwe ku dema li ser erka xwe bû di 24`ê Tebaxê de şehîd bûye, eşkere kir.

Di daxuyaniya HRE`yê de ev tişt hatin gotin:

“Di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şer û têkoşîna ji bo axa xwe û azadîya gelê me a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk didomînin. Di vê çarçoveyê de hevrêyê me Botan Birîm roja 24’ê Tebaxê dema li ser erka xwe bû, gihîşt şehadetê.

Hevrê Botan, li bajarê Efrînê ji dayik bûye û di malbateke welatparêz de mezin bû. Wek her welatiyekî me yê Efrînî û Kurdistanî hevrê Botan jî vegera bajarê Efrînê ji xwe re kir armanc û tevlî doza azadiyê bû. Di temenê xwe yê ciwan de koçber bû r, bê ax ma lê şeref û rûmeta xwe li hember dijmin parast. Hêza xwe ji fikr û ramanên azad yên Rêber Apo û ji berxwedana gelê xwe girt. Di tevlîbûna xwe ya jiyanê de dilnizm bû, di emrê xwe yê di nav têkoşînê de kedek mezin da. Berpirsyartiya xwe ya li hember gel a bareke giran e ji bo her mirovekî, bê teredûd pêk anî.

Em li ser soza xwe dimeşin û em di wê bîr û baweriyê de ne ku wê ti xeyalên şehîd û gelê me nîvço nemînin. Soza ku me daye şehîdan û gelê xwe em ê bi çalakiyên xwe heta dagirkerek jî li ser axa me be têbikoşin û teqez dikin ku warên xwe yên dagirkirî rizgar bikin. Li ser vê esasê em sersaxiyê ji malbata şehîd Botan û gelê xwe re dixwazin.

Nasnameya pakrewanê me wiha ye:

Nasnav: Botan Birîm

Nav û Paşnav: Hemza Îbrahîm Birîm

Navê Dayikê: Fîdan

Navê Bav: Îbrahîm

Dîroka Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2022’yan.”

(cx)