Ekrem Hiso: Daxwaza lihevhatina bi rejîma Sûriyê re binkeftina AKP`ê nîşan dide

Endamê Desteya Rêveber a KNK`ê Ekrem Hiso diyar kir ku daxwaza dewleta Tirk a dagiker ji lihevhatina bi hikumeta Şamê re tê wateya binkeftina siyasetên AKP`ê Ii ser astên herêmî û cîhanî û derketina li dijî biryara 2254 a Konseya Ewlehiyê ya NY`yê. Hiso da zanîn ku Rêveberiya Xweser bingeheke esasî ya çareseriyê ye.

Ekrem Hiso: Daxwaza lihevhatina bi rejîma Sûriyê re binkeftina AKP`ê nîşan dide
25 tebax, 2022   01:33
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Di demên dawîn de rayedarên dewleta Tirk a dagirker daxuyniyên têkildarî lihevhatina bi hikumeta Şamê re dan. Li gelek herêmên Sûriyê li hember wan daxuyaniyan bertekên tund derketin, bi taybet li herêmên din bin serweriya muxalefeta Sûriyê de. Aliyên siyasî û civakî, vegerandina têkiliyên Sûriye-Tirkiyê red dikin û wekî bazara li ser hesabê gelê Sûriyê bi nav dikin.

Têkildarî mijarê Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ekrem Hiso ji ajansa me re axivî.

Ekrem Hiso diyar kir ku daxuyaniyên dewleta Tirk a dagirker ên girêdayî lihevhatina bi hikumeta Şamê re, tê wateya binkeftina siyasetên AKP`ê li ser astên herêmî û cîhanî û got: “Daxwaza danûstandinê ji Sûriyê tê wateya derketina li dijî biryara 2254 a Konseya Ewlehiyê ya NY`yê û binpêkirina Lihevkirina Cinêv a Yekê ye, ku cîhan bi tevahî imze kiriye.”

Hiso got: “Biryara dewleta Tirk a danûstendina bi rêjîma Sûriyê re wê bikeve nava cezayên Amerîka û yên navnweteweyî, ev jî tê wateya ku dewleta Tirk ber bi hilweşîna siyasî û aborî ve diçe. Muxalefeta Sûriyê ya ku bê biryar e û li gorî fermanên dewleta Tirk tevdigere, dê bibe qurbana siyasetên dewleta Tirk.”

'REJÎMA AKP`Ê DIXWAZE BERIYA HILBIJARTINÊN TIRKIYÊ BI ŞAMÊ RE LI HEV BIKE'

Di axaftina xwe de Ekrem Hiso bal kişand ser vegerandina têkiliyên Sûriye-Tirkiyê û daxuyand ku vegerandina têkiliyan bi hikumeta Şamê re nayê wateya ku dê hikumeta Şamê û Rûsya dê daxwazên dewleta Tirk a dagirker pêk bînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dosyayên penaberan û aboriyê di navbera her du rejîman de hene, ku piştî sala 2011`an û heta niha hatine vekirin. Divê çareserî ji van dosyan re bên kirin. Bêyî çareserkirina wan dosyayan ti carî Rûsya an rêjîma Sûriyê, biryarên Erdogan pêk naynin.” Hiso behsa dosyên girêdayî; penaberî û aboriyê dikir.

Ekrem Hiso da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker careke din berê xwe dide Misir û wiha got: “Ji ber ku berê Şamê li Misrê ye, dewleta Tirk jî berê xwe da Misirê. Ev tê wateya ku dê dest ji dosya Îslama siyasî ya Îxwan Muslimîn berde, teysandina van kirinan jî li ser qada hundirîn a Tikriyê heye. Beriya hilbijartinên bê li Tirkiyê hikumeta AKP`ê dixwaze bi lez derbasî lihevkirinekê bi rêjîma Sûriyê re pêk bîne.”

DIVÊ PARTIYÊN KURDISTANÎ XWEDÎ NÊRÎN Û HELWESTEKE HEVPAR BIN

Endamê Desteya Rêveber a KNK`ê Ekrem Hiso daxwaza dewleta Tirk a lihevhatina bi hikumeta Şamê re û bandorên wê li ser Kurdan ev nirxandin kir: “Dewleta Tirk bi hemû rêbazan û bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî dixwaze Kurdan tune bike. Di rêyeka din de jî dixwaze parçeyên nû ji axa Sûriyê tev li Tirkiyê bike da ku Mîsaqî Millî pêk bîne.”

Ekrem Hiso bal kişand ser doza kurdî li her parçeyên Kurdistanê û ev tişt anîn ziman: “Li çar parçeyên Kudristanê doza kurdî bi hev hatiye girêdan, nema tê parçekirin. Bi taybet piştî geşdanên li cîhanê çêbûne. Binkeftina li parçeyekî Kurdistanê, binkeftina Kurdistanê bi giştî ye û bandora wê li ser tevahî Kurdistanê heye. Ji ber wê ji hemû partiyên kurdistanî tê xwestin ku xwedî yek nêrîn û yek helwestê bin û li qada cîhanî û herêmî piştgiriya hev bikin.”

BÊYÎ RÊVEBERIYA XWESER ÇARESERKIRINA DOSYAYAN NE GENGAZ E

Têkildarî rola dewleta Tirk a dagirker di aloziya Sûriyê de ku 10 sal di ser re derbas bûn û got: “Dewleta Tirk li ser hesabê gel û axa Sûriyê bazar kir. Îro gelek dosya hene girêdayî rêjîma Sûriyê ne, beriya çareserkirina dosyan rêjîma Sûriyê lihevkirinê bi dewleta Tirk re nake. Ev dosya jî bi meh û salan nayên çareserkirin.”

Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ekrem Hiso wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Çareseriya Sûriyê bi giştî di Qamişlo re derbas dibe. Îro Rêveberiya Xweser bûye bingeheke esasî ji çareseriya Sûriyê re, ji ber vê yekê bêyî Rêveberiya Xweser ti çareserî pêk nayên. Bi rêya Rêveberiya Xweser pirsgirêkên di asta siyasî, aborî û civakî de dê bên çareserkirin.”

ANHA