Erdoganê parsek niha jî li ber deriyê Esed digere-Fehîm IŞIK

Erdoganê parsek niha jî li ber deriyê Esed digere-Fehîm IŞIK
25 tebax, 2022   00:47

Piştî hevdîtîna ku di 5’ê Tebaxê di navbera Recep Tayyîp Erdogan û Vladîmîr Pûtîn de pêk hat, têkîliyên Sûriye û Tirkiye careke din di rojevê de cîh girt. Tê gotin ku Erdogan û Beşar Esed, di 16’ê Îlonê de li civîna Şanghayê ya li Ozbekîstanê pêk were, ew ê rû bi rû jî hevdu bibînin. Erdogan û Esed, ew ê hevdîtîneke rûbirû bikin an nekin, em nizanin. Lê em dizanin ku têkîliyên rasterast yên Sûriye û Tirkiye herî kêm du sal in dest pê kirine. Îstixbaratên her du dewletan gelek caran hevdîtîn çêkirine. Piştî sala 2011’a ewil têkîliya her du dewletan dîsa bi navbeynkariya Rûsyayê di destpêka sala 2020’a de li Moskovayê pêk hatibû. Di vê hevdîtînê de li ser navê Tirkiye Hakan Fîdan, li ser navê Sûriyê jî Elî Memlûk, beşdarî civîna sêqolî (Tirkiye-Sûriye-R[sya) bibûn. Ev nûçe wê demê ji aliyê Reutersê ve hate ragihandin. Her wiha ajansa dewletî ya Sûriyê (SANA) di malpera xwe de cîh da vê agahiyê. Piştî vê civîna ewil, dehan caran di navbera her du aliyan de hevdîtîn pêk hatin. Ev hevdîtîn hê jî didomin.

ERDOGAN JI BO HEVDÎTÎNÊN BI ESED RE LEZ DIKE

Hevdîtînên bi rêya rêxistinên îstixbaratê dihatin çêkirin, çi car nehatin redkirin. Erdogan bi xwe jî di gelek axaftinên xwe de behsa hevdîtînên îstixbarî yên her dû aliyan kir. Ev hevdîtînên han jî wekî pêngavên xwezayî hatin nîşandan. Niha jî amadekariya hevdîtînên siyasî tên kirin. Ev hevdîtînên siyasî ew ê di çi astê de destpê bikin, nayê zanîn. Lê diyar e, Tirkiye gelek bi hewese ku hevdîtîn di asteke bilind de destpê bike. Belê, em dizanin leza Erdogan heye. Naxwaze dem vala biçe. Rewş wiha nîşan dide ku eger Sûriye were qanîkirin, bi gotineke din heke Pûtîn zexta li ser Esed zêdetir bike, ew ê di heyameke nêz de mûmkîn e ku Erdogan û Esed hevdîtînên rûbirû jî bikin.

Piştî civîna Pûtîn û Erdogan, îtîrafa balkêş ji wezîrê karên dere yê Tirkiyê hat. Mevlût Çavuşoglu piştî hevdîtînê agahî da raya giştî û got “Di civîneke navnetewî de ez û wezîrê derveyî welat yê Sûriyê, li ser linga me hevdîtînek kurt pêk anî.” Çavuşoglu, piştî hevdîtînê 10 mehan vê agahiyê dide. Heta îtîrafa Çavuşoglu, hevdîtîna wî û Feysel Mîqdad ê wezîrê derveyî welat yê Suriyê, ji aliyê Tirkiyê ve nehatibû aşkerekirin. Piştî Çavûşoglu, hin wezîr û rayedarên AKP’yê jî, her wiha di serî de Devlet Bahçelî hin MHP’yî jî axivîn. Hemû jî piştgiriya hevdîtînên siyasî ya Sûriye û Tirkiyê kirin; kin û kurt gotin, “Divê hevdîtînên siyasî yên Tirkiyê û Sûriyê demek berê dest pê bikin.” Diyar e, hem Çavuşoglu, hem jî rayedarên din yên AKP-MHP’ê bi axaftinên xwe ve dixwazin rê li ber Erdogan vekin. Her wiha, derdora xwe jî amadeyî xeta nû ya Erdogan dikin.

YÊ SÛRIYÊ Û TIRKIYE NÊZÎ HEV KIRIBÛ DIJMİNATIYA KURDA BÛ

Daxwaz ev in. Tirkiyeyê ku niha di bin desdthilatdariya rejîma takekes ya Erdogan de ye, careke din di siyaseta Rojhilata Navîn de çerx digûherîne. Dema di 2011’an de li Sûriyê alozî dest pê kir, berteka mezin Erdogan nîşan dabû. Heta wê rojê digot “Birayê min Esed.” Di rojekê de rewş guherî, ev car dest pê kir û got “Qatîl Esed.” Esed, heman Esed bû. Çi bû di navbêna çend rojan de polîtîkaya dewleta Tirk sedî sed guherî?

Tiştê aşkere ev e: Yê Erdogan û Esed nêzî hev kiribû dijminatiya Kudran bû. Di sala 1998’a, ango heyama serokkomariya Demîrel de Tirkiyê, bi rêya DYA û Misirê, Sûriye tehdîd kir. Ev tehdîd bû sedem û rê li ber pêvajoya Komploya Navnetewî vebû. Di heman demê de, ango di Cotmeha 1998’a de di navbera Sûriye û Tirkiyê de Mutabaqata Enqereyê hate mohrkirin. Bi dîlgirtina Birêz Abdullah Ocalan jî têkîliyên Tirkiyê û Sûriyê, ber bi asteke bilind ve meşiya.

Erdogan di sala 2002’a de hat ser hukim û li ser vê siyasetê rûnişt. Ew, têkîlî gavek pêş ve bir û gelek caran bi nêzîkatiyek mezin mazûbaniya Esed kir. Êdî hatin-çûyîna wan bi malbatî bûn. Gelek car civîna hevbeş yên wezîran pêk anîn.

ERDOGAN JI BO DESTHILATDARIYA BIRAYÊN MISILMAN DIJMINATIYA ESED KIR

Ev rewş di sala 2011’a de guherî. Piştî serîhildanên Bihara Ereban, gelên Sûriyê jî rabûn ser piyan. Erdogan weha hesab kir ku ew ê rejîma Esed di demeke kin de hilweşe û ew ê karibe bi rêya Birayên Misilman bandora xwe li ser Sûriyê zêdetir bike. Birayên Misilman heman tişt bi piştgiriya Erdogan li Misirê pêk anîbû. Erdogan û hevkarên wî dixwestin li Suriyê jî heman tişt pêk bînin û Birayên Misilman bibin desthilatdarê Sûriyê.

Di destpêkê de DYA`yê jî piştgirî da hewldanên Erdogan. Birayên Misilman û El Nusrayî jî tê de gelek selefîstên cîhadîst ji welatên cûrbecûr kêşan Sûriyê û perwerde kirin. Birayên Misilman ku heta wê rojê ji çek re bi mesafe bûn, bi çek kirin. Gelek çekên giran dan wan û dûre ev çek hemû derbasî destê DAIŞ’ê bûn. Ango bi pêşengtiya Erdogan, aloziya li Sûriyê bi hevre gur kirin. Di vê heyamê de Kurd bi tiştekî nehasibandin. Di tu civînên navnetewî de cîh nedan Kurdan. Di sala 2011’a de li Antalyayê konferansa Sûriye çêkirin, Kurd negirtin vê konferansê. Kurd ji konferansên ku heman salê di meha 11 û 12’an li Qahîre û Hatayê hatin çêkirin jî, li ber derî man. Wekî pêkhateyek Sûriyê nehatin qebûlkirin. Siyaseta Rêya Sêyemîn ya Kurdan, ji aliyê tu hêzan ve nedihat qebûlkirin. Ew bîad dixwestin, Kurd jî bîad nedikirin. Her wiha, bawer nedikirin ku ew ê Kurd bikaribin bandora xwe li siyaseta Sûriyê bike.

SIYASETA RÊYA SÊYEMÎN YA KURDAN HEMÛ HESAB TÊK BIRIN

Kurd gav bi gav siyaseta xwe ya taybet meşandin. Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê jî xeta xwe aşkere kirin. Erdogan vê carê ji bo bikaribe Kurdan bigre bin bandora xwe dest bi siyasetek nû kir. Pêvajoya Çareserî ya 2013’a jî ji bo vê yekê bi kar anî. Lê di vê heyamê de jî dev ji siyaseta bîadkirinê neqeriya. Kurd ku siyaseta Rêya Sêyemîn xurt kirin, gelek herêman girtin bin kontrola xwe, ev car çeteyan rêkirin ser wan. Ev jî pêşî li Kurda negirt. Bi berdêleke giran Kurdan li ber xwe da û di serî de Kobanê hemû axa xwe parastin. Di ser de axa gelên din yên Sûriyê jî parastin. Li ser van pêşketinan ev car Erdogan rasterast ket dewrê û di sala 2015’a de şerê li dijî Kurda îlan kir. Di sala 2018’a de Efrîn, di sala 2019’a de jî Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin. Beriya Efrînê jî Cerablus, Bab, Marê û Ezaz ji DAIŞ’ê dewir girtibûn.

Şerê dewleta Tirk yê li dijî Kurdan hê jî didome. Rojavayê Kurdistanê her roj bi dehan topan tê bombekirin. Her weha bi rêya balafirên bêmirov yên biçek, sûîqastên taybet tên pêkanîn. Ne DYA, ne jî Rûsya dijberiya van êrîşan nakin. Kêm caran CENTCOM’ê hêza leşkerî ya koordînatoriya şerê li dijî DAÎŞ’ê ya Koalîsyona Navnetewî dike, bertek li dijî êrîşan nîşan da.

HALETA HERÎ MEZIN YA ERDOGAN ŞER E

Yên li Sûriyê dengeyan guhert yek jê jî hatina Rûsya bû. Pûtîn li ser daxwaza Esed, di sala 2015’a de li Sûriyê bi cîh bû. Di pêşî de derdora Şamê, dûre gelek herêman parast. Ev bû sedem ku Esed rejîma xwe li ser piya girt. Esed her weha çend hilbijartinan çêkir û careke din xwe bi gel da tesdîqkirin. Ango ji nû ve wekî serokê Sûriyê hate hilbijartin.

Pêşketina Kurdan, rêvebiriya de-facto ya xweseriya demokratîk û hatina Rûsya, xeyalên Erdogan hemû têk bir. Esed hilneweşiya. Kurd ber xwe dan. Di vê navberê de nakokiya navbera hêzên esasî mezin bûn. Koalîsyona Navnetewî di vê heyamê de mecbûr ma li dijî DAÎŞ’ê piştgiriya hêzên leşkerî ya Rêvebiriya Xweser bike. Ev yek bûn sedem û siyaseta Neo-Osmanî ya Erdogan jî têk çû. Di destê Erdogan de tenê şer ma. Ji bo bikaribe desthilatdariya xwe biparêze, şer haleta herî mezin ya Erdogan bû. Bi tevî şer, nakokiya her dû hêzên esasî ya Rûsya û DYA jî ji bo berjewendiya xwe bi kar anî. Bêqidûmiya opozîsyona Tirkiyê, bi taybetî jî helwesta opozîsyona statûparêz jî derfet da Erdogan ku bikaribe sîstema xwe ya xwînavî biparêze. Ev siyaseta qirêj her weha zilma li ser Kurdan zêde kir. Lê tiştên tên dîtin, evana têrî Erdogan nekirin. Li hember hemû zor û zilmê, sîstema wî ya zordar û faşîst, piştî sala 2015’a careke din hat ber hilweşandinê.

ERDOGAN JI BO PÊŞÎ LI HILWEŞANDINA XWE BIGRE LI BER DERIYÊ ESED DIGERE

Kin û kurt, sedema herî mezin lêgerînên hevdîtîna rasterast ya bi Esed re ku vê dûmahiyê zêdetir tê dîtin, ev e. Rejîma Erdogan ber bi hilweşandinê de ye. Berxwedana Kurdan rê li ber siyaseta wî ya qirêj girt û rejîma Erdogan ket xeterê. Erdogan ji bo bikaribe pêşî li vê hilweşînê bigre, ev car li ber deriyên Şamê digere.

Belê, Erdogan lez dike. Dixwaze demildest hevdîtînên fermî pêk bîne û Esed bajo ser Rêvebiriya Xweser. Mîmarê vê siyasetê weha tê zanîn ku Pûtîn e. Rast e, Pûtîn hewl dide ku her dû dewlet hevdîtînên rasterast bikin. Lê xuya ye ku hesabên Pûtîn û Erdogan ne hesabên hevbeş in. Pûtîn, ji lawaziya Erdogan îstîfade dike. Ya herî berbiçav jî, dixwaze nakokiya navbera NATO’yê mezin bike. Her weha Esed jî êdî ne Esedê berê ye. Divê em qebûl bikin, sedem çi dibin bila bibin em dizanin ku Esed li hember Erdogan ji berê xurttir e. Ji bo vê yekê jî Esed zûbezû derî li Erdogan venake. Bi gotineke din, wî xurt nake, ji çala ku ketiye nav dernaxe der.

DI TÊKILIYAN DE YA HERÎ LAWAZ ERDOGAN E

Belê, di van têkîliyan de ya herî lawaz Erdogan e. Ji alî din hilbijartin jî nêz bûye û Erdogan rêyek nû nebîne, ew ê bi îhtîmalekî mezin di hilbijartinê de têk biçe. Rêya nû careke din gûrkirina şer e. Ew şerê ku heta niha didomand, li ber dîwara berxwedana Kurdan asê ma. Ji bo êrîşên dagirkeriyê yên nû hê jî ji hêzên esasî destûr negirtiye. Eger di vê heyamê de çareyek nebîne, rewşa wî zêdetir dikeve xeterê. Herî kêm jî ew ê desthilatdariyê winda bike ku windakirina desthilatdariyê her weha tinebûna wî ye.

Ev tiştên ku em dibînin, di serî de Esed hemû hêzên li Rojhilata Navîn jî dibînin. Herî dereng 10 meh şûn de ew ê hilbijartinek çêbe. Diyar e Esed, herî kêm heta hilbijartinê, ango heta ku rewşa Erdogan aşkere nebe ew ê bi Tirkiyê re gavên nû neavêje. Rast e, ew ê zextên Pûtîn bandor li Esed bike. Lê Pûtîn jî dema bazarî li gel Erdogan dike, rewşa wî ya hilbijartinan jî tîne berçav. Ango îhtimala têkçûna wî jî wekî derfetek bi kar tîne. Her weha bawerî dide Erdogan ku ew ê bikaribe di hilbijartinê de jî rewşa wî ya negatîf biguherîne. Pûtîn ew ê çi qas rewşa wî bigûherîne ne diyar e, lê Esed heta ji wê bê ew ê derfet nede Erdogan, ew ê pêşî li rejîma Erdogan veneke.

YÊN ERDOGAN TÊK BIR BERXWEDANA HÊZÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ YE

Di siyaseta nû ya Erdogan de sedem tên zanîn. Ew dixwaze rejîma xwe biparêze, ji bo vê yekê jî her cûre xerabî bi kar tîne. Amenna. Lê yên li hemberî wî, bi taybet jî Rêvebiriya Xweser û hêzên leşkerî ya Bakûr û Rojhilatê Suriyê ango QSD jî, bê helwest nînin. Ji xwe yên Erdogan têkbiriye, di serî de helwesta Rêvebiriya Xweser û QSD ne. Ev bi berxwedana xwe ve rê li ber faşîzma Erdogan girtin. Niha jî heman peyama berxwedanê didin. Gel jî bi awayekî xurt amadekariya berxwedaneke berfireh dikin. Rêvebiriya Xweser her weha banga çareseriya demokratîk jî dike. Ev bang hem ji hêzên navnetewî re, hem jî ji Tirkiye û Sûriyê re ne. Mixabin, di qadên dewletî de ew bersîvê ku tê xwestin, nagrin. Hemû dewlet li pey berjeweniyên xwe ne û her yek ji bo berjewendiyên xwe dikarin her cûre xerabî bikin. Di xerabiyê de ji Tirkiye kêmtir nînin. Tenê yek cûdahiya welatên rojava hene, ew jî bandora raya wan a giştî ye. Dibe ku di welatên din de jî dost û dilxwazên Rêveberiya Xweser û QSD’ê gelek bin, lê ew bi qasî gelên welatên rojava nikarin bandor li desthilatdariya welatê xwe bikin. Rûsya, Sûriye, Tirkiyê, Îran û welatên din yên Rojhilata Navîn, her yek bi dîktatoriyên cûrbecûr tên rêvebirin. Ew dikarin bi zilma xwe pêşî li xwestekên gel bigrin, zordarî li gel bikin. Lê heman tişt li welatên rojava weha bi hêsanî nabe. Ev jî bi qasî berxwedana gelê Kurd, destkeftiyek mezin ya Rojavayê Kurdistanê ye.

DIVÊ QADA HEWAYÎ YA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DEMILDEST WERE GIRTIN

Erdogan êdî ne tenê ji bo dijminatiya Kurdan gavan davêje. Her weha ji bo bikaribe xwe xilas bike jî tevdigere. Niha ji bo vê yekê careke din xeta xwe digûherîne û li ber deriyê Esed lawariya dike. Bi vê siyaseta xwe ve her weha bûye dîlê Pûtîn û Pûtîn jî bi wî re wekî gogeke dilîze. Weha dixuye ku DYA, vê gav zêdetir temaşe dike. Ya rast jî piranî amadekariya heyama çûyîna Erdogan dike. Di vir de barê giran dîsa dikeve milê Kurdan û dostên wan. Heyamên dawî ya dîktatoriyan, heyamên herî xwînavî ne. Dîktator di van heyaman de zêdetir çavsor dibin. Her weha şîrîk û hevalbendên dîktatoran jî ji bo desthilatdarî têk neçe, her tiştên xerab dikin. Ev yek ji Hîtler bigrin heta Sedam neguherî. Ew ê di heyama Erdogan de jî neguhere. Lê berî ku rejîma Erdogan bi harbûnek nû êrîşê gelên herêmê bike, ango şer gurtir bike, divê tedbîr werin girtin. Di tedbîrgirtin de ya herî girîng girtina qada hewayî ya Rojavayê Kurdistanê ye. Divê qada hewayî ya Rojavayê Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Suriyê di serî de Erdogan, ji hemû dîktatoriyan re were girtin. Ya na hemû derî jî ji Erdogan re were girtin, ew dîsa ji bo desthilatdariya xwe ya xwînxwar winda neke, dikare êrîşek berfireh bike.

ANHA