Meclisa Til Rifetê: Divê hesab ji dagirkeriya Tirk were xwestin

Meclisa navçeya Til Rifetê bi daxuyaniyekê ji cihê bûyerê, êrişa balafira xwekuj a artêşa Tirk a dagirker li dijî navenda navçeya Til Rifetê şermezar kir, ku di encamê de şehîd û birîndar çêbûn û got hêzên garantor û hikumeta Şamê şirîkên dagirkeriya Tirk in.

Meclisa Til Rifetê: Divê hesab ji dagirkeriya Tirk were xwestin
24 tebax, 2022   12:38
ŞEHBA

 Meclisa navçeya Til Rifetê bi beşdariya bi dehan endamên meclis û saziyên sivîl û tevî bi dehan welatiyan, li cihê êrişê daxuyaniyek da. Hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifetê Mihemed Henan daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Em gelê Efrînê li navçeya Til Rifetê,  dibêjin ey gelê berxwedêr û xwedî vîn û rûmetê, ev ne cara yekê ye ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifetê ji bo qirkirina me, bombebaran dikin. Ji bo wê jî bi hezarê salan e ku gelê Kurd rastî komkujî û qirkirinan tê. Lê gelê me di dirêjahiya dîrokê de rastî van komkujiyan tên.

Gelê Efrînê ji xaka wî koçber kirin û demografiya herêmê guhartin, da ku nasnameya wê ya Kurd tune bikin, lê gelê Efrînê li hember van planan li ber xwe dide.

Em bang li aliyên navneteweyî yên pêwendîdar ên ku îdiaya parastina mafên mirovan dikin û em bang li hikumeta Sûriyê dikin ku li hember êrişên dewleta Tirk ên ku bi hinceta êrişên li dijî terorê, bê deng nemînin. Ji ber bi wê yekê her tim welatiyan qetil dike.

Teror dewleta Tirk e û yê ku piştgiriya terorê kir jî dewleta Tirk e. Rûsya ku dewleteke garantor e, li hember êrişên dewleta Tirk bê deng dimîne, rola xwe ya pêwîst nalîze û rê li ber hedefgirtina welatiyan ji hêla dewleta Tirk nalîze. Em gelê Efrînê dê li hember bombebaran û topbarana dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin. Em ji Til Rifetê dernakevin û serê xwe ji wan re natewînin. Lê belê ev hovîtî wê bêhtir israra me ya di têkoşînê de bilindtir bike da ku em Efrînê jî ji destê terorê rizgar bikin."

Di dawiyê de beşdaran dirûşmeyên şermezarkirina bombebarana dewleta Tirk berz kirin.

 (hs)

ANHA