Çalakiya konvedanê ya li ber avahiya NY'yê bi komeke nû dewam dike

Şêniyên navçeya Til Koçerê çalakiya konvedanê ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo dewr girt. Çalakgeran diyar kirin ku ew ê piştgiriya bi hêzên leşkerî re dewam bikin û herêmên dagirkirî rizgar bikin

Çalakiya konvedanê ya li ber avahiya NY'yê bi komeke nû dewam dike
24 tebax, 2022   13:40
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya bi diruşmeya "Kanî dadmendiya we?" ya li ber avahiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Qamişlo di roja xwe ya 13'an de dewam dike. Çalak ji aliyê HPC û Kongra Star ve ji bo şermezaririna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî van êrişan hatiye lidarxistin.

Îro bi dehan şêniyên navçeya Til Koçer a girêdayî Kantona Qamişlo, endamên Kongra Star, endamên komîteya civakî ya navçeyê û Komîteya Şilêr ya karûbarên zarokan li Qamişlo, berê xwe dan çalakiya konvedanê. 

Kon bi wêneyên zarokên ku di encama êrişa balafirên bêmirov û bi çek ên dagirkeriya Tirk li ser herêmê, şehîd û birîndar bûne, alên Kongra Star, alên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ'ê), her wiha pankartên "Na ji dagirkeriyê re", "Kanî dadmendiya we?" û "Bê Serok Jiyan Nabe", hatiye xemilandin 

/ar/uploads/files/2022/08/24/122313_aml-aljlwd.webp

Di çalakiyê de ji aliyê endama Kongra Star a navçeya Til Koçer Emel El Celûd ve daxuyanî hate xwendin.

Kongra Star a navçeya Til Koçer êrişên berdewam ên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiyên hovane ên li ser sivîlan şermezar kir û diyar kir ku ew kiryareke tirsonek, bêexlaq û dermirovî ye.

Kongra Star her wiha bêdengiya navneteweyî û nepabendbûna welatên garantor bi sozên wan ve, şermezar kir û wiha got: "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Dewleta Tirk çi bike jî wê nikaribe vîna me bişkîne û me ji rêya azadî û demokrasiyê derxîne. Bedel çi dibe bila bibe, em ê hebûn û nasnameya xwe biparêzin. 

Em banga girtina qada hewayî dikin. Em bang li gelê xwe jî dikin ku li dijî êrişên li ser xak û gelê me, li kêleka hêzên leşkerî bisekinin. Em sozê didin şehîdan ku em ê rêya wan di bin ala wan de bişopînin, heya rizgarkirina xaka bav û galên me ji gemariya wan, em ê paşve gav neavêjin. Şert û merc çi qas zor bibin jî, em ê heya serkeftinê têkoşîna xwe xurt bikin. Bê guman serkeftin a me ye, serkeftin a me ye, serkeftin a me ye."

/ar/uploads/files/2022/08/24/122331_salh-knw.webp

Piştre endamê Meclisa Navçeya Til Koçer Salih Kino diyar kir ku sedema hatina wan ji bo çalakiya konvedanê ew e ku nîşanî cîhanê bidin ka "terorîst" kî ye û got: "Em li vir in da ku em dengê xwe bighînin vê cîhana bêdeng, da ku em ji cîhanê re îsbat bikin terorîstê rast kî ye, gelo terorîst ew e yê ku parastina xak û rûmeta xwe dike? Yan jî terorîst ew e yê ku hemû mafê mirovan bin pê dike, jin û zarokan dikuje, malan xirab dike û ev hemû li ber çav û guhê tevahî cîhanê ye."

Salih Kino her wiha diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve wê piştgiriya hêzên xwe bikin û li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bin û wiha got: "Bi Hêzên Sûriya Demokratîk re em ê serkeftinê bi dest bixin û xaka xwe ji dagirkeran rizgar bikin."

/ar/uploads/files/2022/08/24/122346_ndaa-alsalh.webp

Ji aliyê xwe ve, rêvebera qada civakî ya Kantona Cizîrê Nîda El Salih êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: "Em îro dibînin ku balafirên bêmirov ên bi çek ên dewleta Tirk bê ti astengî, tirs û qanûnan li ser herêmên me difirin, gelo ev bêdengiya navneteweyî tirs e yan jî lihevhatin e, yan jî ev dagirkerî xizmeta berjewendiyên piraniya welatan dike?"

Derbarê helwesta "dewletên garantor" û rêxistinên mafên mirovan de jî Nîda El Salih got ku ev pirsekê ava dike ku ew jî "Çima em bi taybet, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li dijî terorê şer kirin dibin hedef, ma gelo zarok jî terorîst in!"

Nîda El Salih di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê piştgiriya xwe ya ji bo hêzên leşkerî bidomînin û wiha got: "Eger pêwîst bike em ê hemû di çeperan de bin, em ê li ber xwe bidin, em ê şer bikin, em ê bibin bombe." 

(hs)

ANHA