Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn Navenda Lênêrîna Zarokên Sêwî hate vekirin

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê îro bi civîneke çapemeniyê vekirina navendeke taybet ji bo lênêrîna zarokên sêwî bi navê "Jiyana Zarokan" ragihand.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn Navenda Lênêrîna Zarokên Sêwî hate vekirin
24 tebax, 2022   12:35
QAMIŞLO

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê îro bi civîneke çapemeniyê ragihand ku wan li gundê Xeznê yê navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo navenda "Jiyana Zarokan" a lênêrîna zarokên sêwî vekiriye.

Ji aliyê hevserokên desteyê Silêman Ereb û Stêr Murad ve daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de tekez kirin ku ew ê demeke nêzîk zarokên ji 5 heta 18 saliyê pêşwazî bikin. Her wiha da zanîn ku ev navend bi hevkariya Desteya Tenduristiyê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Kongra Star û Desteya Jin hatiye vekirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di şer de herî zêde zarok û jin zirarê dibînin, lewma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê navendek taybet ji bo wan zarokan vekir da ku ew zarok nebin amûrên şerê taybet.”

Projeya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ji girîngtirîn projeyên vê salê ne, ji ber ku di qonaxa yekemîn de dê 30 zarok bên pêşwazîkirin.

Hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê diyar kir ku navend ji hemû aliyan ve hatiye amadekirin û dê li gorî rêziknameya cîhanî ya lênêrîna zarokan tevbigerin.

(eh)

ANHA