Kongra Star û Malbatên Şehîdan: Daxuyaniya Koalîsyona Navneteweyî şermok û ne têrker e

Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê bi çalakiyeke protestoyî êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî navenda perwerdeyê ya gundê Şemoka şermezar kir û diyar kir ku helwesta Koalîsyona Navneteweyî şermok e û têrê nake. Her wiha bang li koalîsyonê kir ku bi erka xwe rabe û qada hewayî li pêş balafirên Tirkiyê bigire.

Kongra Star û Malbatên Şehîdan: Daxuyaniya Koalîsyona Navneteweyî şermok û ne têrker e
24 tebax, 2022   12:20
HESEKÊ

Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê ya kantona Hesekê bi çalakiyeke protestoyî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişa 18´ê Tebaxê ya li dijî navenda perwerdeyê ya zarokan a di bin çavdêriya NY´yê de ya li ser rêya Til Temirê – Hesekê şermezar kir, ku di encamê de 4 zarokên keç şehîd bûn û 11 birîndar bûn.

Di çalakiyê de, bi beşdariya endamên saziyên Rêveberiya Xweser û nûnerên partiyên siyasî li herêmê daxuyanî li pêş navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a li Til Temirê hate xwendin.

Endama Kongra Star Zehra Emîn daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Di dema dawîn de dagirkeriya Tirk êrişên xwe yên bejahî û hewayî li dijî gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Herî dawî jî 18´ê Tebaxê navenda perwerdeyê ya keçan a di bin çavdêriya NY´yê de li gundê Şemoka ku 2 kîlometre dûrî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye bombe kir. Di encamê de 4 zarokên keç şehîd bûn û 11 birîndar bûn."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êriş piştî civîna Soçiyê ya di navbera Erdogan û Pûtîn de zêde bûn, pê re asta hevkariya bi Rûsyayê re ku hêza garantor li herêmê ye eşkere bû û wiha dewam kir: “Koalîsyona Navneteweyî berpirsa êrişê ye. Ji ber ku berpirsê yekemîn ê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Me gelek caran banga girtina qada hewayî ya herêmê kiriye, lê tu bersiv nedan bangawaziyên me.”

DAXUYANIYA KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ ŞERMOK E Û TÊRÊ NAKE

Her wiha di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku daxuyaniya Koalîsyona Navneteweyî ya têkildarî hedefgirtina navenda perwerdeyê "têrê nake û pir şermok e " û hat destnîşankirin ku divê Koalîsyona Navneteweyî bi erka xwe ya girtina qada hewayî li pêş balafirên dagirkeriya Tirk rabe.

Her wiha hate tekezkirin ku ev hedefgirtina ku hemû pîvanên exlaqî û qanûnî binpê dike, berdewamkirina qirkirina komî ye ku dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê pêk tîne.

Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan di daxuyaniyê de hişyarî da û wiha got, “Ev êrişa nû ya li dijî zarokan û ciwanan nîşaneya karesatekê ye û dê bibe sedema krîzeke mezintir li Sûriyê. Armanc ji hedefgirtina ciwanan, siyaseta nû ya li dijî herêmê ye û hewldana valakirina herêmê ji ciwanan e. Lê ciwanên herêmê têgihîştî ne û dikarin bersiva van êrişan bidin.”

Di dawiyê de bang li Koalîsyona Navneteweyî hate kirin ku qada hewayî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire, her wiha bang li civata navneteweyî, NY´yê û rêxistina mafên zarokan hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û bi dagirkeriya Tirk re ku komkujiyan li herêmê pêk tîne nesekinin û helwesteke cidî û xurt li hember van sûcên rojane nîşan bidin.

(fr)

ANHA