Pêkhateyên Dêrikê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk banga yekitiyê kir

Bi sedan pêkhateyên Dêrikê îro bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin. Xwepêşandêran li hember van êrişan banga avakirina yekitiya gelan û parastina destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin, kir.

Pêkhateyên Dêrikê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk banga yekitiyê kir
Pêkhateyên Dêrikê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk banga yekitiyê kir
Pêkhateyên Dêrikê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk banga yekitiyê kir
Pêkhateyên Dêrikê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk banga yekitiyê kir
Pêkhateyên Dêrikê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk banga yekitiyê kir
Pêkhateyên Dêrikê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk banga yekitiyê kir
24 tebax, 2022   11:46
QAMIŞLO

Îro şêniyên Dêrikê, herêmên Koçerat, Berav, partiyên siyasî û oldar li Qada Azadî ya bakurê rojhilatê bajarê Dêrikê kom bûn. Beşdaran li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku qanûnên navneteweyî binpê dike û bêdengiya civaka navneteweyî li hember êrişan, xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandanê ji Qada Azadî dest pê kir û li kolanên şaxî yên bajêr dewam kir. Beşdaran dirûşmeyên "Bijî berxwedana QSD`ê, kujer Erdogan, bimire xiyanet" berz kirin. Her wiha wêneyên zarok û jinên di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne, rakirin.

Xwepêşandan li pêşiya Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya bajêr veguherî mitîngê. Li wir bi navê oldarên Dêrikê mela Yûsif Silêman axivî û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bang avakirina yekitiya gelan û parastina destkeftiyên şehîdan kir.

Yûsif Silêman bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên hiqûqî û dewletên endamên Koalîsyona Navneteweyî û dewletên garantor li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gelê herêmê û binpêkirina pîroziya cihên olî, şermezar kir.

Silêman anî ziman ku cîhan deyndarê hêzên leşkerî yên herêmê û fedekariyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha axaftina xwe dewam kir: “Ji ber ku gelên herêmê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê yên li ser tevahî cîhanê xeterî bûn de bi hezaran şehîd da. Ruxmî vam berdêlan jî dewleta Tirk a faşîst gel û hêzên me dike armanc.”

Mitîng bi sloganên "Bijî berxwedana QSD" bi dawî bû.

(eh)

ANHA