Jinên efrînî: Hovîtiya dewleta Tirk îradeya me lawaz nake

Jinên Efrînê yên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker koçberî Til Rifetê bûne diyar kir ku êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker berxwedan û îradeya wan lawaz nakin.

Jinên efrînî: Hovîtiya dewleta Tirk îradeya me lawaz nake
24 tebax, 2022   07:17
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Siyasetên qirkirinê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê pêk bînin dewam dikin.  Artêşa Tirk û çeteyên wê ji dema dagirkirina Efrînê ve di 20'ê Çileya 2018'an de gelek komkujî pêk anîn, ji nav komkujiya Mehmûdiyê  û Nexweşxaneya Avrînê ku di encamê de bi dehan jin û zarok bûn qurbanî. Ji ber van sûcan bi hezaran şêniyên Efrînê koçberî Şehbayê bûn û berxwedana xwe ji bo vegerê dewam dikin.

Li Şehbayê jî komkujî û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ranewestiyane. Di sala 2019'an li Til Rifetê komkujiyeke li djiî zarokan pêk anîn. Piştre li gundê Aqîbê jî komkujiyek din pêk anîn.

Jin efrînî yên ku koçberî Şehbayê bûne, behsa hovîtiya dagirkeran a li dijî xelkên Efrînê û bêdengiya civata navneteweyî kirin. Jinan diyar kir ku ew ê xeta berxwedanê dewam bikin heta ku Efrîn rizgar bikin.

'HEWL DIDIN ME BITIRSÎNIN'

Meryem Omer ji navçeya Mabata ye û niha li Til Rifetê dimîne diyar kir ku cîhan şahidê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Efrînê ye, lê çavê xwe li van sûcan digire û got, ev dide xuyakirin ew ku bi dagirkeran re hevkar e.

Meryem Omer bî bîr xist ku beriya 3 salan artêşa Tirk a dagirker komkujiyek li djiî 8 zarokan û du kesên bi temen pêk anî, komkujiyên li dijî jin û zarokan ranewestiyan, ya herî dawî bi balafireke bombebarkirî komkujiyeke mîna ya berê pêk anîn, di encamê de 9 kes di nav de 6 zarok birîndar bûn.

Meryem Omer bi domdarî got: "Bi van sûcan hewl didin me bitirsînin û me ji Til Rifetê koçber bikin. Lê wê armancên wan negihêjin serî. Em ê li ber xwe bidin heta ku Efrîn rizgar bikin û lê vegerin."

'RÛSYA JI BO BERJEWENDIYÊN XWE LI HERÊMÊ YE'

Jina bi navê Hena Mihemed bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û wiha axaftina xwe dewam kir: "Li Til Rifetê gelek baregehên Rûsyayê hene. Rûsya ji sala 2015'an ve li herêmê heye û îdia dike ku parastina herêmê û xelkê wê dike. Lê bêdengiya wê ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî zarok û jinan nîşan dide ku ew ji bo berjewendiyên xwe li herêmê ye."

Hema Mihemed bang li jinên Efrînê kir ku li hemberî sûcên dagirekriya Tirk û çeteyên wê bi xeta berxwedanê ve girêdayî bin.

'DIVÊ CIVATA NAVNETEWEYÎ ERKÊN XWE BI CIH BÎNE'

Emel Osman jî bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku erkên xwe li hemberî şêniyên Efrînê bi cih bîne. Her wiha got: "Topên dagirkeriya Tirk û sûcên wê me natirsîne. Em ê heta rizgarkirin û vegera li Efrînê bi xeta berxwedanê ve girêdayî bin."

ANHA