Şêniyên Holê li ser bikaranîna çekan perwerde dibin

Jin û mêrên navçeya Holê ya kantona Hesekê di çarçoveya amadekariyên li hember êrişan de, li gor şerê gel ê şoreşgerî tev li perwerdeyên bikaranîna çekan bûn.

Şêniyên Holê li ser bikaranîna çekan perwerde dibin
24 tebax, 2022   07:04
HESEKÊ

Di çarçoveya mafê parastina rewa de ji bo xweparastina ji hovîtiya dewleta Tirk a dagirker, şêniyên navçeya Holê ya kantona Hesekê bi jin, mêr, ciwan û temenmezinên xwe, bi hevikariya komîteyên parastinê yên komînan tev li perwerdeyên bikaranîna çekan bûn.

Perwerde 3 rojan didome ku tê de dersên teroî li ser çekên sivik; çawaniya vekirinê, paqijkirina çekê, mekanîzmeya çekê, çawaniya danûstandina pê re û dersên pratîk der barê rêbazên teqandina guleyan û şêwazê wê tên dayîn.

Şêniyên navçeyê têkildarî mijarê axivîn û bal kişandin ser giringiya bikaranîna çekan di vê rewşê de. Şêniyan destîşan kir ku perwerdeya wan ji bo xweparastinê û sekna li kêleka hêzên leşkerî û ewlekariyê ye.

Welatiya bi navê Hedîl Mihemed a ji navçeya Holê wiha axivî: “Em ji bo parastina herêmê nexasim navçeya Holê ku kampa malbatên DAIŞ`ê tê de heye, tev li perwerdeyê bûn.”

Her wiha welatiyê bi navê Telî Ehmed teqezî bi girîngiya xwespartinê ji bo parastina herêmê li hember êrişan kir û got: “Pêwîst e her kes xwe li gor rewşa herêmê bi rêxistin bike, li gel êrişên dewleta Tirk û tevgerên şaneyên DAIŞ`ê.”

Ji destpêka Tîrmeha borî ve û piştî civînên Tehran û Soçiyê, dewleta Tirk a dagirker êriş û gefên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina herêmê zêdetir kirine. Li gorî çavdêran, her du civîn berjewendiyên her sê aliyan li ser hesabê gelê Sûriyê pêk tîne.

(mh)

ANHA