Wezîrê Pêşmerge: Em ne agahdarê Pêşmergeyên Roj û karê wê ne

Wezîrê Pêşmerge yê Hikumeta Başûrê Kurdistanê Şoreş Îsmaîl eşkere kir ku hêzên ku jêre tê gotin ‘Pêşmergeyên Roj’ ne girêdayî Wezareta Pêşmerge ne û haya wan ji kar û çalakiyên wê hêzê nîn e.

Wezîrê Pêşmerge: Em ne agahdarê Pêşmergeyên Roj û karê wê ne
24 tebax, 2022   06:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Pêşmerge yê Hikumeta Başûrê Kurdistanê Şoreş Îsmaîl duh li Hewlêrê ligel nûnerên saziyên çapemeniyê civînek li dar xist.

Di civînê de Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl da zanîn ji beriya niha Wezareta Pêşmerge pereyek beyhode bi kar dianî, lê niha ew tişt nemaye û di ser de jî di çarçoveya yasaya çaksaziyê de salane çendîn milyar dînar vedegerînin xezîneya hikumeta Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Pêşmerge derbarê hebûna hêza bi navê ‘Pêşmergeyên Roj’ de jî got, “Em ne agahdarê hêza Pêşmergeyên Roj û karên wê ne. Ji ber ku ew hêz ne girêdayî Wezareta Pêşmerge ye.”

Hêza ‘Pêşmergeyên Roj’ a ser bi Encûmena Nîştimaniya Kurd a Suriye (ENKS) ye, hejmara wan 7 hezar çekdar in. Bi fermana PDK’ê tevger dikin û tevayî endamên vê hêzê xelkê Bakur û Rojavayê Kurdistanê ne. Di sala 2011’an de ji aliyê PDK’ê ve hat damezrandin. Ji aliyê Fermandariya Zêrevanî ya PDK’ê û artêşa Tirk a dagirker ve hatine perwerdekirin. Li gor zanyariyên nîv fermî, beşek ji vê hêzê tenê ji aliyê fermandarên payebilind ên Tirkiye ve hatine perwerdekirin.

Mûçeyên çekdarên vê hêzê ji 500 hezar dînar dest pê dike. Mûçeyê mehane yê vê hêzê nêzî 3 milyar û nîv dînar e. 9 sal piştî avakirina vê hêzê, niha bi temamî di xizmeta dewleta Tirk a dagirker de li herêma Zap, Avaşîn, Metîna û çend deverek din ên Başûrê Kurdistanê tên bikaranîn.

(cx)