Li Quneytrayê li dijî wesayîta hêzên Rûsyayê êriş hat kirin

Li gundê El Mileqa yê başûrê parêzgeha Siweydayê bombeyek di wesayîteke leşkerî ya hêzên Rûsyayê de teqiya, di encamê de kesên di wesayîtê de birîndar bûn.

Li Quneytrayê li dijî wesayîta hêzên Rûsyayê êriş hat kirin
23 tebax, 2022   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di encama teqîna bombeyekê di wesayîteke leşkerî ya hêzên Rûsyayê de li gundê El Mileqa yê ser bi Colana dagirkirî ve, teqîneke bihêz li başûrê parêzgeha Quneytrayê pêk hat.

Di encamê de kesên di hundirê wesayîtê de birîndar bûn û ziyan gihaşt wesayîtê.

(hs)