Li gundewarê Helebê 2 çete hatin kuştin

2 çeteyên "Tehrîr El Şam" ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve li gundewarê rojavayê Helebê hatin kuştin. Her wiha gundewarên Idlib û Helebê jî rastî topbarana hikumeta Şamê hatin.

Li gundewarê Helebê 2 çete hatin kuştin
23 tebax, 2022   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

 Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku 2 çeteyên "Tehrîr El Şam" ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve li bajarokê Etarib yê gundewarê rojavayê Helebê, hatine kuştin.

Hêzên hikumeta Şamê jî bi çekên giran derdora bajarokê El Bare yê li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê û bajarokên Kefr Emma û Kefr Teal yên rojavayê Helebê topbaran kirin. Lê agahiyên derbarê ziyanên canî û madî de nehatin bidestxistin.

Duh duşemê jî çeteyên "El Fetih El Mûbîn" bi mûşekan, trekseke hêzên hikumeta Şamê li derdora gundê Avis ê rojhilatê bajarê Idlibê kir hedef û di encamê de treks hat rûxandin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran zeviyên çandiniyê li gundê Meret El Nesan yê gundewarê Idlibê topbaran kirin. Her wiha derdora gundên Kefer Emma û Tedîl yên gundewarê rojavayê Helebê jî kirin armanc.

(hs)