Projeya mezin a rêya Dêrik-Qamişlo hat destpêkirin

Daîreya Teknîkî ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro dest bi projeya mezin a avakirina rêya di navbera Dêrik û Qamişlo de kir.

Projeya mezin a rêya Dêrik-Qamişlo hat destpêkirin
23 tebax, 2022   11:27
QAMIŞLO

Armanca vê projeyê ew e ku zexma li ser rêya Dêrik-Qamişlo sivik bibe. Dê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê rêyeke nû li seranserî bajar û bajarokên li ser xeta bajarên Dêrik û Qamişlo bi dirêjahiya 100 kîlometre ava bike.

Ev rê pir girîng e, ji ber ku deriyê Sêmalka bi herêmên Cizîrê ve girê dide û dikeve xizmeta 500 gund û bajarokên bakur û başûrê rê, ji bilî wê jî dikeve xizmeta bajarên sereke; Dêrik, Girkê Legê, Tibespiyê, Çilaxa û Qamişlo.

Ev proje dikeve çarçoveya plana Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku rêyên navendî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sererast bikin da ku bar li ser şaredariyên gel sivik bibe û ji xizmetguzariyên bajar û bajarokan re vala bibin.

Daîreya Teknîkî armanc dike ku projeyên xwe yên giştî di demên pêş de zêde bikin û xebatê li gelek herêman bikin.

Gerînendeyê projeyê, endezyar Kawa Elî têkildarî projeyê got li gorî îsal ev proje li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya mezin e. Rêveberiya Herêmî armanc dike ku zextê li ser şaredariyan sivik bike, dest bi avakirina rêyên navendî bike û sererast bike, da ku şaredarî ji xebata li bajar û bajarokan re vala bibin.

Li ser girîngiya vê projeyê, Elî wiha got: "Armanc ji projeyê deriyê Sêmalka bi bajarên li herêma Cizîrê û herêmên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve were girêdan. Ji ber rê, di encama barên giran ên erebeyên mezin pir xerab bû."

Li gorî Elî, niha tenê werşeyek li ser vê projeyê dixebite û piştre dê werşeya nû li Qamişlo, Tirbespiyê û Girkê Legê bên avakirin.

Endezyarê axnasiyê Dawûd Şêxmûs jî got ev proje dê bi kalîteyke bilind pêk bê û karekî zêde jê re divê.

Şêxmûs wiha domand: "Ev rê ji aliyê taybetmendiyên teknîkî ve mîna rêya M4 e, hemû madeyên vê projeyê ji herêmê ne û madeyek jî ji derve nehatiye bikaranîn. Dê test werin çêkirin dê mîna taybetmendiyên tên xwestin be."

Şêxmûs destnîşan kir ku dê test ji her qatekî ku tê çêkirin re li laboratuarê were çêkirin û wiha anî ziman: "Em ê ji bo vê projeyê xwe bispêrin taybetmendiyên pîşeyî. Em ê ji bo projeyê laboratuarê vekin, da ku bikarin madeyan li gorî taybetmendiyên pîşeyî pêk bînin. Her wiha da ku çînên erdê, hundirê erdê û bingeha çîna qîrê lêkolîn bikin."

Li aliyekî din endezyarê rêyan Xalid Yasîn ev tişt got: "Ev rê şaxen nû ye û ne berfirehkirina rê ye. Ev proje dikeve xizmetî 500 gund û rêya stratejîk e ku deriyê Sêmalka bi bajar û bajarokên herêma Cizîrê ve girê dide."

Darîeya Pîşeyî ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser ji saetên sibehê ve ji bajarê Dêrikê ve dest bi projeyê kir.

(fr)

ANHA