​​​​​​​Alîgirên Sedr li ber avahiya Desteya Dadwerî ya Iraqê kon vedan

Alîgirên Sedr li ber avahiya Desteya Dadwerî ya li Bexdayê kon vedan. Alîgirên Sedir dibêjin; “Desteya wezîran ne serbixwe ye, em ji vir naçin û em ê dijî gendelkaran bin.”

​​​​​​​Alîgirên Sedr li ber avahiya Desteya Dadwerî ya Iraqê kon vedan
23 tebax, 2022   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Alîgirên Tevgera Sedr li Bexdayê carek din rabûn ser xwe û bi meşê çûn ber deriyê Desteya Dadwerî ya Iraqê û kon vedan.

Hate ragihandin ku alîgirên Sedr ên li ber Desteya Dadwerî ya Iraqê kon vedane, dibêjin; “Desteya Dawerî bûye siyasî û ne serbixwe ye. Em ji vir naçin û em ê hertim li dijî gendelkaran bin.”

Hêjayî gotinê ye beriya niha rêberê tevgera Sedr, Muqteda El Sedr ji bo hilweşandia parlamentoya Iraqê hefteyek dem da bû Desteya Dadwerî ya Iraqê. Sedr ragihandibû ku ger Desteya Dadwerî bersiva wan nede, wê axaftinek din ji bo wan hebe.

Di 14’ê Tebaxê Desteya Dadwerî ya Iraqê bersiva Sedr dabû û bi daxuyaniyekê ragihandibû û gotibû; “Desthilata me ya hilweşandina parlamentoya Iraqê nînin. Em bang dikin ku dadgehê nexin bin pêşbaziya siyasî.”