Rojnameyên erebî: Li Derayê tevliheviya ewlehiyê

Rojnameyên erebî yên îro derketine, behsa rewşa Sûriyê, têkiliyên dewletên Kendavê û Îranê û dosyaya nexşekirina sînorê di navbera Lubnan û Îsraîlê de kir.

Rojnameyên erebî: Li Derayê tevliheviya ewlehiyê
23 tebax, 2022   07:58
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI DERAYÊ FERMANDAREKÎ BERÊ YÊ OPOSZÎSYONÊ HATE KUŞTIN’

Der barê rewşa Sûriyê de, rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsî: "Li bajarokê Tesîl ê li rojavayê Derayê, şeva yekşemê, fermandarekî berê yê komeke oposîzyonê hate siûqastkirin. Li gorî çavkaniyên herêmî, çekdarên nenas yekser gule di mala wî de li wî reşandin û hate kuştin.

Fermandar Teysîr El Nîzamî di 2018´an de tev li lihevkirinên bi rejîma Sûriyê re bûbû ku Rûsyayê navbeynkariya wê li başûrê Sûriyê dike. Kurê wî Rafet El Nîzamî di 2020´an de ji hêla çekdarên nenas ve hate siûqastkirin.”

‘JI BO PÊKANÎNA TÊKILIYÊN BI TEHRANÊ RE ÇAV LI RIYADÊ NE’

Girêdayî têkiliyên dewletên Kendavê yên bi Îranê re rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Aliyên siyasî yên Kendavê dibêjin ku vegera têkiliyên dîplomatîk di navbera Îmarat û Kiwêtê de ji aliyekî ve û bi Îranê re ji aliyekî din ve, texmînkirî bû. Her wiha her du dewletên Kendavê balyozên xwe di 2016´an de ji Tehranê vekişandin ku bi Erebistana Siûdî re garantor in. Lê pêşdeçûna herî girîng ew e ku dê çi encam ji gerên dan û standinên Erebistana Siûdî-Îranê derkevin, nexasim li gel astengiyên li derdora têkiliyên her du aliyan hene.

Aliyên siyasî bal kişand ser ku diyaloga ku par di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de li dar ketiye û ya ku niha 5 gerên dan û standinê bi nabeynkariyê Iraqî pêk hatine, bi awayekî mezin hişt Îmarat û Kiwêt ji nû ve têkiliyên dîplomatîk bi Îranê re yên beriya 6 salan, deynin.

Îmaratê roja yekşemê ragihand ku dê di çend rojan de balyozê xwe vegerîne Îranê. Her wiha Wezareta Karên Derve ya Îmaratê bi daxuyaniyekê da zanîn´Dê balyozê dewleta Îmaratê Seyf Mihemed El Zexabî di çend rojên bê de vegera paytexta Îranê Tehranê.´

Îmaratê ji par ve siyasetên xwe yên derve guhartine. Pêkanîna lihevkirina bi Tirkiyê piştî salên ji hevrikiyê nîşaneya amadekariya pêkanîna têkiliyan bi Îranê re ye. Bi taybet biryara boykotkirina dîplomasî bi awayekî yekser ne girêdayî her du aliyan bû. Lê belê gaveke garantî bi Riyadê re bû ku têkiliyên xwe bi Tehranê re qut kirin."

‘BERIYA ÎLONÊ XÊZKIRINA SÎNOR DI NAVBERA LUBNAN Û ÎSRAÎLÊ DE TUNE YE’

Têkildarî rewşa Lubnan jî rojnameya El Beyan wiha nivisî "Lubnan hefteyek giran gelek dosyayan pêşwazî kir. Dosyaya sereke xêzkirina sînorê deryayî bi Îsraîlê re ye. Roj li pey roj muhleta ku ji bo biryara dawî derbas dibin ku li benda vegera navbeynkarê Amerîkayê  Amos Hochstein, ber bi Beyrûtê ve ye ku li gel wî bersiva dawî ya Îsraîlê heye ku beriya bidawîbûna meha Tebaxê were diyarkirin.

Çavkaniyên pêbawer ji El Beyan re got Lubnan bi Hochstein re di nav pêwendiyek berdewam de ye, ji ber ku atmosferek di navbera xweşbînî û reşbîniyê de dabeş bûye. Tê texmînkirin ku Hochstein nêrîneke yekgirtî pêşkêşî lubnanî û îsraîlî bike, da ku beriya bidawîbûna Îlonê, destkefteke mezin di dosyayê de bi temamkirina sînoran berî pêşkêş bike. Çavkaniyên amaje bi wê yekê jî kirin ku, eger dosya têk biçe, dê dosyayên din ên Lubnanê bandorê li wan bike, bi taybet mafê hilbijartinên serokomariyê.

Di vê çarçoveyê de medyaya Îsraîlê  daneyên der barê pêşkêşkirina pêşniyareke nû ji Lubnanê re ragihand û teqezî bi vê yekê dike ku ne mimkun e di derxistina gazê ji heqil Karîş de tawîz bê dayîn. Ev yek jî dihêle ku Lubnan li benda vegera Hochstein bimîne ku li gl wê bi pêşniyara Îsraîlê be. Ev mijar ji aliyê Îsraîlê ve di nava bêdengiyekê de ye.

Li gorî agahiyên ku hatine ragihandin, dibe ku ev pêşnûme rê bide Lubnanê ku bi şîrketên navneteweyî re danûstandinan bike da ku dest bi keşfê bike û dibe ku formeke li ser tesbîtkirina xeta 23’an ji bo Lubnanê bê sazkirin, li gel wê Îsraîlî soz bide ku depoyên zeviya Qana dê di berjewendiya Lubnanê de be.

Nîqaşên Îsraîlî li ser îhtimala paşxistina derxistina gazê ji Karîş  ji bo piştî hilbijartinên Îsraîlê berdewam e, di heman demê de Îsraîlî derengmayînê red dikin û tekezî li ser derxistina di dema diyarkirî de di nîvê Îlonê de dike. Çavdêr di wê baweriyê de ne ku xitimîna di dosyaya xêzkirina sînor de, beriya vegera Hochstein zemet e were diyarkirin."