Welatiyên Qamişlo: Şoreşa me bi serkeftinên dîrokî re rû bi rû ye

Beşdarên çalakiya konvedanê ya li Qamişlo diyar kirin ku bêdengiya navneteweyî derfet da dewleta Tirk ku pêkanîna sûcan li dijî herêmê bidomîne. Beşdaran got şoreş bi serkeftinên dîrokî re rû bi rû ye.

Welatiyên Qamişlo: Şoreşa me bi serkeftinên dîrokî re rû bi rû ye
22 tebax, 2022   13:45
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ku Hêzên Parastina Civakî bi koordîneya Kongra Star li pêşiya Navenda Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li bajarê Qamişlo di 12'ê Tebaxê de dest pê kiriye, ev 11 roj in berdewam e.

Îro endamên deste û nivîsgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê, Meclisa Qanûnsaz a rêveberiyê, Meclisa Qamişlo û komîteyên wê tev li çalakiyê bûn.

'REJÎMA TIRK DIJMINÊ DAXWAZÊN REWA YÊN GELÊ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ YE'

Di çalakiyê de hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Arya Mele Ehmed bi navê Rêveberiya Xweser axivî û got: "Êdî asta dijminatiya rejîma sûcdar a Tirk a li hember hêviyên gelên herêmê û pêkhateyên wê ji hemûyan ve xuya ne. Pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb, ermen, suryan, asûr û yên din dixwazin di nav aştiyê de bijîn mîna gelên din. Lê dewleta Tirk bi êrişan bersiva vê daxwaza rewa ya gelên herêmê da. Îdia dike ku em li ser ewlehiya wê û gelê wê xeter in. Lê rastî berovajî vê yekê ye, rejîma Tirk hîna êrişên xwe li dijî me didomîne û hêvî dike di pêşerojê de jî berdewam bikin."

'DAGIRKERIYA TIRK SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ Û QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ DIDOMÎNE`

Arya Mele Ehmed bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî jinan û wiha dewam kir: "Ji ber ku jin, jiyan û sembola berxwedanê ye, her wiha dayik, mamoste û şervan e ku di eniyên şer de cih digire, ji aliyê dijminê Tirk ve gelek caran hedef hatine girtin. Di gelek qadan de jî şehîd bûne. Ji wan fermandarên QSD`ê û her du berpirsên koordîneya bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya Şerê li dijî DAIŞ re. Herî dawî dewleta Tirk a dagirker ji navendeke perwerdeyê ya keçan a li gundê Şemokê yê li ser rêya Til Temir-Hesekê bi balafirên bêmirov kir aramnc. Di encamê de 4 keç şehîd bûn. Ev jî isbata berdewamkirina sûcên li dijî mirovahiyê û binpêkirina qanûnên navneteweyî ye."

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz Arya Mele Ehmed îşaret bi komployên li dijî herêmê kir û got: Ne tenê dewleta Tirk li dijî hêviyên rewa yên gelên herêmê ye lê belê komên terorîst û çete jî mîna Cebhet El-Nusra û DAIŞ, şaneyên veşartî hewl didin tirsê di nav şêniyan de belav bikin da ku herêmê bala bikin û wê dagir bikin. Dewleta Tirk bi awayekî vekirî got, Heleb, Musil û Kerkûk wîlayetên osmanî ne.”

Arya bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar kir û got: "Ev bêdengî dihêle rejîma Tirk êrişên li dijî herêmên me bidomîne. Gelo peralên cîhanî ji van kiryaran û sûcan razî ne? Çima NY erkên xwe yên mirovî nayne cih?”

Arya Mele Ehmed di dawiyê de bang li hemû hêzên xêrxwaz û mirovî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên parastina mafên mirovan kir ku li hember van sûcên li dijî herêmê, bisekinin. Her wiha qada hewayî ya herêmê li pêşiya van êrişan bigirin.

`ŞOREŞA ME BI SERKEFTINÊN MEZIN RE RÛ BI RÛ YE`

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yusif behsa sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê kir û got: "Em dizanin ku hemû rêxistinên li herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyê ne, van sûcên dewleta Tirk a dagirker belge dikin û dişînin aliyên têkildarî mafên mirovan. Lê mixabin, ev sûc têne paşguhkirin."

Perwîn Yusif anî ziman ku bi vîn û israra xwe ew ê wîjdanên wan kesên naxwazin şiyar bibin, ji xewê şiyar bikin û wan bi bîr bixin ku erkên wan hene û divê pêk bînin da ku mirovan û zarokan biparêzin.

Perwîn Mihemed anî ziman ku ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmê dike, lê piştî gel li hemberî van êrişan sekinî, torên sîxuran ji bo berjewendiyên xwe ava kirin.

Perwîn Yusif da zanîn ku dewleta Tirk dê bi van êrişên negihêje armancên xwe ji ber ku gelê herêmê çêja azadiyê kir êdî koletiyê qebûl nake û dev ji axa xwe bernade û got: Mil bi mil em ê dagirkeriyê û komployên li dijî me têk bibin. Şoreşa me bi serkeftinên mezin re rû bi rû ye.”

(hs-eh)

ANHA