`Em ê rêya şehîdên xwe berdewam bikin`

Meclisa Malbatên Şehîdan merasîma sersaxiyê ya ji bo şehîd Zozan Zêdan li dar xistiye bi dawî kir û soza berdewamkirina rêya şehîdan û têkoşînê li hember êrişên dagirekriya Tirk da.

`Em ê rêya şehîdên xwe berdewam bikin`
22 tebax, 2022   13:20
MINBIC

 Di roja duyemîn û dawîn a merasîma sersaxiyê de, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Komîteya Hundirîn, Meclisa Edaleta Civakî, partî, meclis, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan û endamên Nevenda Çand û Hunerê û kombûnên jinan beşdar bûn.

Cigîra hevserokatiya Komîteya Hundirîn Rana Bişmav di merasîmê de axivî û got: “Em sersaxî didin xwe û didin malbatên şehîdan. Îro rûyê rastîn ê dewleta Tirk a dagirker eşkere bû ku qaşo bi navê mirovahiyê diaxive lê di rastiyê de ew dijminê aştiyê ye, ji ber navendeke perwerdeyê ya zarokan kir hedef û di encamê de 4 keç şehîd bûn. Dewleta Tirk hewl dide aştiya li herêmên me yên ewle têk bibe.”

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Rîm Derwîş axivî û diyar kir ku ji ber ku jin kevirê bingehîn ê civakê ye, dewleta Tirk a dagirker jinan dike hedef.

Rîm Derwîş balkişand ser rola neyînî ya rêxistinên mafên mirovan û zarokan û got: “Ji bêdengiya wan pirsek xwe dide pêş, gelo ew li ku ne?”

Rîm Derwîş daxuyand ku gelê herêmê bi azadî, îdeolojiya neteweya demokratîk a biratiya gelan teşwîq dike, bawer dikin û wiha domand: “Dewletên kapîtalîst vê yekê li ser xwe xeter dibînin, ji ber wê li beramber şikandina vîn û azadiya me, sûcên dewleta Tirk a dagirker paşguh dikin.”

Her wiha endama rêveber a Partiya Sûriya Pêşerojê Hind Dagistanî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan xwest û got: “Şehîdan ji bo azadiya gelê xwe tê koşiya û canê xwe feda kir. Wêneya rastîn a jinên têkoşer xêz kir. Ev têkoşîn bê westan berdewam kir da ku gel ji zulm û koletiyê rizgar bikin, nirxên mirovahiyê, exlaqî û civakî pêk bînin.”

Hind Dagistanî soza şopandina rêya şehîdan û berdewamkirina têkoşîna wan heta rizgarkirina axa dagirkirî û qewirandina dagirkeran da.

Di dawiya çalakiyê de, beşdaran destanên şehîdan, berxwedana gelan û jinên azad silav kirin.

(dm)

ANHA