Şêniyên Helebê sersaxî dan malbatên şehîd Ranya Eta û Çiya Qendîl

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Raniya Eta û Çiya Qendîl bûn. Şêniyan tekez kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şopdarên rêberên xwe yên manewî ne.

Şêniyên Helebê sersaxî dan malbatên şehîd Ranya Eta û Çiya Qendîl
Şêniyên Helebê sersaxî dan malbatên şehîd Ranya Eta û Çiya Qendîl
Şêniyên Helebê sersaxî dan malbatên şehîd Ranya Eta û Çiya Qendîl
Şêniyên Helebê sersaxî dan malbatên şehîd Ranya Eta û Çiya Qendîl
Şêniyên Helebê sersaxî dan malbatên şehîd Ranya Eta û Çiya Qendîl
Şêniyên Helebê sersaxî dan malbatên şehîd Ranya Eta û Çiya Qendîl
22 tebax, 2022   12:48
HELEB

Vê sibê bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê berê xwe dan konê sersaxiyê yê şehîd Ranya Eta û Çiya Qendîl bûn ku li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd hatibû vedan.

Di bin kon de, endamê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê Yehya Mehmûd, endama  rêveber a nivîsgeha rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Leman Şêxo û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Xelîl axivî.

Endamê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê Yehya Mehmûd wiha axivî: "Şehîd lehengên serdemê ne û bi tîpên zêrîn dîrokê dinivîsin. Lewma gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêya rêberên xwe yên manewî dişopînin."

Yehya Mehmûd anî ziman ku şehîdan ji bo parastina destkeftiyên di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de bi dest xistin, canê xwe feda kirin.

Endama rêveber a Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Leman Şêxo diyar kir ku li herêma Rojhilata Navîn pirsgirêka çînan û desthilata di destên kêmneteweyan de heye û got: “Li hemberî vê gel hewl dide bi rêya hilbijartina rêberên adil ji van siyasetan rizgar bibin. Hemû şoreşên ji bo azadiya gelan, bi fedekarî û berdêlan pêk hatine.”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Xelîl jî destnîşan kir ku şehîd minareya ku rêya gel ronî dikin in, da ku ji zordarî û desthilatdariyê rizgar bibin.

Xelîl da zanîn ku bi saya berxwedan îro tê raberkirina dê azadiya Kurdistanê mîsoger bibe û berdêlên mezin ên têne pêşkêşkirin jî, bi armanca parastina destkeftiyan e.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(eh)

ANHA