Meclisa Hesekê têkildarî qutkirina ava vexwarinê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hişyarî da

Meclisa Kantona Hesekê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi berdewamiya qutkirina ava vexwarinê ji stasyona Elok a ku di bin dagirkeriya wê de, armanc dike ku herêmê ji şêniyên wê vala bike da ku projeyên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne.

Meclisa Hesekê têkildarî qutkirina ava vexwarinê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hişyarî da
22 tebax, 2022   11:35
HESEKÊ

Meclisa Kantona Hesekê îro tevî Rêveberiya Avê, der barê rewşa qutkirina ava vexwarinê ya stasyona Elok ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li ser Kantona Hesekê ku avê dide milyonek û nîv welatiyan, daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silman ve li pêşiya navenda meclisê bi amadebûna bi dehan endamên meclisê û Rêveberiya Avê ya Hesekê hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ava stasyona Elok ji bo şerê li dijî milyonek û nîv welatiyên ku li Hesekê û navçeyên wê dijîn, bi kar tîne.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve bi dehan car ava stasyona Elok qut kiriye. Qutkirina ava vexwarinê li ser Kantona Hesekê, şereke ku dagirkeriya Tirk li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne da ku armancên xwe yên dagirkeriyê û valakirina herêmê ji şêniyên wê her wiha têkbirina projeya Rêveberiya Xweser, pêk bîne.

Qutkirina bi zanebûn a avê li ser bajarê Hesekê û derdora wê, sûcek dermirovî ye. Ji ber ku av bi jiyanê ve girêdayî ye, mafê jiyanê jî di hemû qanûn û olan de tê parastin û di tu rewşê de kes nikare wê yekdestdar bike, pêşî lê bigire yan jî ji ber çi sedemê dibe bila bibe, wekî kartek zextê yan jî şantajê bi kar bîne. Ev kar bi hemû pîvanan tê şermezarkirin." 

Zêdetirî mehekê ye ku av negihiştiye bajarê Hesekê yê bi welatiyan tije. Tevî pabendbûna saziyên Rêveberiya Xweser bi têgihiştina ku bi rêya garantorê Rûsî ji bo dayîna 8 megabayt elektrîkê ji herêmên rêveberiyê ji bo stasyonê da ku avê bide, pêk hat. Lê aliyê din ne    avê naxebitîne û rê li ber binpêkirinên mezin ên li ser xeta avê nagire."

Di daxuyaniyê de rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ji trajediyên welatiyan, ji ber bêdengiya wan a li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ku li ber çav û guhê her kesî pêk tên, berpirsyar dît û hate destnîşankirin ku "Bêdengiya wan, wan dike şirîkê karesatên ku bi serê welatiyan tê."

Di daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku demildest destwerdanê bikin da ku êş û azarên xelkê Hesekê bi dawî bibin û rê li ber karesateke mirovî bigire.

(hs)

ANHA