​​​​​​​Îran: Hevkariya bi Riyadê re ji bo ewlehiya Rojhilata Navîn girîng e

Wezareta Karên Derve ya Îranê îro daxuyand ku dan û standina bi Erebistana Siûdî re mijareke cudayî dan û standinê vejandina peymana nukleerê ya 2015`an e û destnîşan kir ku hevkariya Tehran û Riyadê ji bo vegerandina aramî û ewlehiyê li Rojhilata Navîn girîng e.

​​​​​​​Îran: Hevkariya bi Riyadê re ji bo ewlehiya Rojhilata Navîn girîng e
22 tebax, 2022   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Îranê îro got hevkariya di navbera Tehran û Riyadê de dibe ku ji nû ve aramî û ewlehiyê li Rojhilata Navîn pêk bîne.

Li gorî AFP`ê, wezaretê destnîşan kir ku dan û standinên bi Erebistana Siûdî re, cudayî dan û standinên vejandina peymana nukleerê ya Tehranê ya 2015`an in.

Di çend mehên derbasbûyî de, gelek gerên dan û standinên di navbera Îran û Siûdiyê de li Iraqê hatin lidarxistin.

Di dawiya Tîrmeha borî de, wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Hisên eşkere kiribû ku civîna bê ya di navbera Siûdî û Îranê de, dê li Bexdayê bi awayekî eşkere li ser asta wezîrên derve bê lidarxistin.