QSD`ê îdiayên dagirkeriya Tirk ên şehadeta 21 şervanan derewandin

QSD’ê destnîşan kir ku îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên şehîdbûna 21 şervanên wan dûrî rastiyê ne.

QSD`ê îdiayên dagirkeriya Tirk ên şehadeta 21 şervanan derewandin
22 tebax, 2022   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da.

QSD’ê diyar kir ku îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên şehîdbûna 21 şervanên wan derew in û got: “Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker di 19, 20, 21 û 22`yê Tebaxê de nûçeyên derew belav kirin û tê de îdia kir ku 21 şervanên me şehîd bûne. Ev îdia dûrî rastiyê ne.”

(cx)