Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê: Tevî êrişên dijwar gel hevgirtî ye

Endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya êrişên xwe herêmê ji pêkhateyên wê vala bike, da ku dagir bike û tev li xaka xwe bike û got: "Divê em li hember hemû planên Osmaniyê ku dewleta Tirk hewl dide li xaka Sûriyê pêk bîne hevgirtî bin."

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê: Tevî êrişên dijwar gel hevgirtî ye
22 tebax, 2022   03:33
DÊRAZOR-ELÎ EREB

Ji ber bêdengiya navneteweyî, "dewletên garantor" û hikumeta Şamê, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe bi rêya balafirên şer û bêmirov zêde dike û komkujiyên li dijî welatiyên li herêmê pêk tîne.

Têkildarî mijarê, endamê rêveber ê Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Elî El Seîd diyar kir ku di vê dawiyê de dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bi rêya balafirên bêmiriv û şaneyên veşartî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin da ku herêmê ji gelê wê vala bike, demografiya herêmê biguhere û fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxîne.

El Seîd wiha domand: "Di vê dawiyê de hevsengiya leşkerî hate guhartin. Dema dewleta Tirk a dagirker êriş dikir, me didît ku welatiyên li wan herêman koçber dibûn û berê xwe didan cihên ewle. Lê niha berovajî wê ye, em dibînin ku tevî êrişên dijwar gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtî ye."

El Seîd diyar kir ku ew bi Rêveberiya Xweser re ne û got: "Ji ber ku projeya Rêveberiya Xweser ji bo hemû pêkhateyan yek proje ye û dagirkeriya Tirk nikare vê projeyê têk bibe û nikare tabloya mûzaîkî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biguhere.''

Têkildarî armancên dewleta Tirk a dagirker ji êrişên xwe El Seîd ev tişt got: "Dewleta Tirk a dagirker berjewendiya gelê Sûriyê naxwaze, lê belê dixwaze berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê pêk bîne û bi hemû hêza xwe hewl dide ji nû ve xewana Osmanî vegerîne. Tu ferq li gel wê tun ye ger gelê Sûriyê hatiye koçberkirin an hatiye kuştin. Xema wê ya yekane berjewendiyên xwe pêk bên."

Elî El Seîd îşaret pê kir ku bi nêzbûna hilbijartinên Tirkiyê re êrişên li ser bakurê Sûriyê zêde dibin û destnîşan kir ku armanca Erdogan ji vê yekê li ser desthilatê bimîne û krîzên hundirîn veguhêze dewletên cîran.

Endama rêveber a Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Rehef Cedan li ser mijarê wiha got: "Tiştê ku dagirkeriya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike sûcek e û divê bê deng nemînin û li ser sûcên wê were muhasebekirin."

Rehef Cedan wiha domand: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ewlehî û îstîqrara herêmê derbe bike, ji nû ve dewleta Osmanî vegerîne ku kiryarên herî zulmker li dijî gelê herêmê pêk dianî."

Rehef Cedan bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku dawî li sûcên dewleta Tirk bînin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.

(fr)

ANHA