Malbatên şehîdan: Em ê li vir bimînin û xwe bi xaka xwe ve bigirin

Malbatên şehîdan ên Dêrikê li hemberî polîtîkayên tirsandinê û valakirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gelê wê, girêdana xwe ya bi xakê ve û piştgiriya xwe ya ji bo hêzên xwe yên leşkerî anîn ziman.

Malbatên şehîdan: Em ê li vir bimînin û xwe bi xaka xwe ve bigirin
21 tebax, 2022   23:31
QAMIŞLO – ÎSAM EBDULLAH

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca tirsandina gelê herêmê û koçberkirina wan ji herêmên wan, di van demên dawî de êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine.

Dewleta Tirk gelek herêmên Bakurê Sûriyê weke Cerablûs, Ezaz, Bab, Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê dagir kirine û gefên dagirkirina herêmên din dixwe da ku tev li xwe bike û desthilata osmanî vejîne.

Li hemberî van êrişan bertekên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin û banga rawestandina sûcên dewleta Tirk a dagirker dikin.

Malbatên şehîdan ên Dêrikê tekez kirin ku divê gel bi xaka xwe ve girêdayî be û li dora hêzên xwe kom bibin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Seîd jî nêrînên xwe wiha anîn ziman: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne nû ne. Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka sala 2011’an ve bi şandina çeteyên xwe destwerdana karûbarên Sûriyê kir, piştre dest bi êrişên xwe kir û gelek herêmên Sûriyê dagir kirin da ku armancên xwe bi cih bîne."

Têkildarî armancên dagirkeriya Tirk Seîd wiha got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker a faşîst a ji êrişan û hedefgirtina gel bi balafirên bêmirov, valakirina herêmê û têkbirina ewlekarî û aramiya wê, vejandina Osmanî û dagirkirina herêmên nû ye."

Seîd bang li hemû pêkhate û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi xaka xwe ve girêdayî bin û li dora Hêzên Sûriyeya Demokratîk kom bibin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Ciwan Hesen tev li nêrîna Seîd bû û wiha got: "Armancên dewleta Tirk a dagirker xuya ye, ew e ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Ji ber ku dagirkerî kêliyekê jî hedefgirtina welatiyan bi êriş û bombebarana bi balafirên bêmirov li ser gundên sînor ranewestiyaye."

Ciwan Hesen îşaret pê kir ku dewleta Tirk ji belavbûna projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditirse, ji ber vê yekê dest bi êrişên xwe dike û wiha domand: "Dewleta Tirk a faşîst herêmên Rêveberiya Xweser weke metirsî li ser hebûna xwe dibîne, ji ber ku sîstem û ezmûna Rêveberiya Xweser projeyek demokratîk e û bê cudahî xizmeta gelên herêmê dike."

Ciwan Hesen her wiha bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirk ve tên meşandin û got: "Faşîzma Tirk gotegotan belav dike û dixwaze ezmûna Rêveberiya Xweser ku bi rêya wê pêkhateyên herêmê bi ewle dijîn, teşhîr bike."

Hesen da zanîn ku îdiayên dewleta Tirk ên ku dibêje Rêveberiya Xweser metirsiyê li ser ewlehiya wê ya neteweyî û sînorên wê çêdike bêbextî ne da ku sûc û êrişên xwe rewa nîşan bide.

Ciwan Hesen di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi hemû mezheb û olên xwe ve bi hesreta azadiyê ne, nikarin dest ji axa xwe û destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan bi dest xistine, berdin. Ji bo rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de, em amade ne ku axa xwe biparêzin û li hember dagirkeran bisekinin."

 (hs)

ANHA