Şêxekî qebîleya Benî Seîd: Heger êriş dewam bikin, em ê li dijî Tirkiyê şer bikin

Ji şêxên qebîleya Benî Seîd a Ereb, Şêx Fehed Şilaş diyar kir ku eşîr êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û got heger êriş dewam bikin dê bi QSD'ê re li dijî van êrişan şer bikin.

Şêxekî qebîleya Benî Seîd: Heger êriş dewam bikin, em ê li dijî Tirkiyê şer bikin
22 tebax, 2022   04:37
MINBIC- CUMA MIHEMED

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li ber çavê civata navneteweyî tên kirin û di encamê de bi dehan welatî şehîd û birîndar bûn, şêxê qebîleya Benî Seîd a Ereb a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şêx Fehed Şilaş ji ANHA'yê re axifi.

Şêx Fehed Şilaş got: "Em şêx û rûspiyên eşîran di rêzekê de û bi hemû derfetên xwe li piştî QSD'ê disekinin. Heger dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam bike, dê eşîr beşdarî şerê li dijî dagirkeriya Tirk bibin."

Şêx Fehed Şilaş bal kişand ser dijwarbûna êrişên Tirkiyê û wiha domand: "Ev ji van êrişan re dibêjin şerê taybet e. Ev nîşan dide ku rejîma Tirkiyê di hemû aliyan de îflas kiriye, şoreş firot û hewl dide bi rejîma Sûriyê re li hev bike."

Şêx Fehed Şilaş her wiha anî ziman ku rejîma Tirkiyê nêzî hilbijartinan dibe, ji ber vê yekê dê hemû hewldanan bike da ku van hilbijartinan qezenc bike, lê kaxezên di destê wê de êdî ji cîhanê re eşkere bûne.

Şêxê qebîleya Benî Seîd a Ereb, Şêx Fehed Şilaş di dawiya axaftina xwe de got: "Nameya me ji bo gelê me ne tenê yê Minbicê, lê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê; em ê xaka xwe biparêzin û dev jê bernadin. Em ê di rêzekê de li pişt QSD û rêveberiya xwe ya xweser bin."

ANHA