​​​​​​​​​​​​​​Li Qamişlo partiyan civîna xwe ya asayî li dar xist

Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li dar xist ku li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî berdewam kir. Di civînê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd got lihevkirin hene ku bi awayekî neyînî bandor li rewşa Sûriyê dikin û divê rêbaza danûstandina bi van lihevkirinan re, were nîqaşkirin.

​​​​​​​​​​​​​​Li Qamişlo partiyan civîna xwe ya asayî li dar xist
21 tebax, 2022   14:42
 QAMIŞLO

Civîn li Navenda Lêkolînên û Şêwiriya Dîplomatîk a li Qamişlo li dar ket. Di civînê de Bedran Çiya Kurd behsa civînên Astana û Soçiyê kir û got: “Gelek lihevkirin hene û ev lihevkirin roj bi roj bi awayekî neyînî bandor li rewşa Sûriyê û herêmên me dike. Divê em rêbaza danûstandina bi lihevkirinên li Astana û Soçiyê pêk hatine, nîqaş bikin.”

Bedran Çiya Kurd daxuyand ku dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve, hewl dide siyasetên xwe li herêmê pêk bîne, gelek beş ji Sûriyê dagir kir, êrişî herêmê kir, şêniyên wê koçber kir, demografiya wê guhert, heta gihaşt wê astê ku li ser serê penaberên sûrî yên li Tirkiyê bazaran bike û Ewropa pê şantaj bike.

Bedran Çiya Kurd îşaret bi rola neyînî ya Tirkiyê li Sûriyê lîstiye û siyasetên wê yên dijminane kir û got: “Tirkiyê roleke neyînî ya mezin di wêrankirin û koçberkirina sûriyan de lîst. Ji ber siyasetên wê, sûrî gelek êş û azar kişandin. Paşguhkirina van azaran û destpêkirina danûstandinan pê re, dê karesateke siyasî û mirovî bi xwe re bîne. Ji ber ku tê wê wateyê ku hebûna Tirkiyê li Sûriyê hatiye qebûlkirin û dê beşên din jî radestî Tirkiyê bibin.”

Bedran Çiya Kurd balkişand ser lihevkirina “Nûjenkirina Edene” kir û got: “Ev lihevkirin û lihevkirinên din jî li dijî çareseriya siyasî ye û ne gangez e ku bê qebûlkirin. Dê ev lihevkirin li dijî sûriyan be û dê bendên bi hev guhertina kesayetên muxalif ên li cem her du rejîman, tê de hebin.”

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku ew bi têkiliyên baş ên bi dewletên cîran re ne lê divê ev têkilî ne li ser hesabê sûriyan be û wiha domand: “Em nikarin piştevaniya normalîzekirinê bikin, ji ber van siyasetên li dijî Sûriyê. Dê helwesta me jî di vî warî de hebe. Siyaseta ku niha pêk tê, vejandina rejîma sûrî ye tevî taybetmendiyên xwe yên berê û saziyên xwe yên ewlehiyê.”

Bedran Çiya Kurd daxuyand ku nêrîna partiyên siyasî heye, vegera li çargoşeya yekemîn nayê qebûlkirin ji ber ev herêm şerê terorê û hemû çeteyan kir ku hewl dan ewlehiya herêmê têk bibin. 

Her wiha Çiya Kurd got: “Li ser vê esasê herêm xwe li ser astên leşkerî, rêveberî û siyasî birêxistin kir. Herêm bi rêve bir li gel derfetên heyî û dorpêçê û şerên domdar. Ji ber wê ev beşa girîng a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser hêzek e ne hêsan e û dikare bibe zemîneke dewlemend û baş a çareseriya siyasî li Sûriyê û nabe were pşaguhkirin.”

Piştî bidawîbûna axaftina Bedran Çiya Kurd, civîna partiya li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî berdewam kir.

ANHA