Beşdarên çalakiya konvedanê: Em dev ji axa xwe bernadin

Çalakiya konvedanê ya li pêşiya navenda Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li Qamişlo hatiye lidarxistin, berdewam e. Beşdarên çalakiyê, teqezî bi mezinkirina têkoşînê li hember êrişên dagirkirinê û girêdana bi axê kir.

Beşdarên çalakiya konvedanê: Em dev ji axa xwe bernadin
21 tebax, 2022   14:08
QAMIŞLO 

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Parastina Civakî (HPC) bi koordîneya Kongra Star di 11`ê Tebaxê de li pêşiya navenda Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişlo, çalakiya konvedanê li dar xist.

Ji roja yekemîn a çalakiyê ve, rojane şênî, endamên saziyên herêma Cizîrê tev li çalakiyê dibin û nerazîbûnên xwe li hember êrişan nîşan didin û bang li nîşandana helwesteke cidî li hemberî wan êrişan dikin.

Di roja 10`an a çalakiyê de, endamên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) û bi dehan welatî tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rehef Mecdel daxuyaniyek xwend û bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û NY şermezar kir.

Rehef Mecdel wiha domand: “Armanca sereke ya dewleta Tirk ji van êrişan, têkbirina ewlehiya li herêmê û dirêjkirina temenê rêxistinên terorîst mîna DAIŞ`ê ye. Em terora dewleta Tirk a dagirker û bêddengiya civata navneteweyî li hember tima û sûcên wê şermezar dikin. Em bang li NY, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî yên têkildar dikin ku erkê xwe yê exlaqî û dîrokî bînin cih û sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestînin.”

Her wiha hevserokê Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk a Herêma Cizîrê Xelîl Tehlo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi rêya balafirên bêmirov ên biçek pêk tîne şermezar kirin û got: “Ev welatê me ye, çi dibe bila bibe em dev jê bernadin û dê parastina wî berdewam bikin.”

(dm)

ANHA